ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Divê tecrîd li her deverê bê şermezarkirin'
Siyasetmedarên Kurd Hasan Basrî Firat û Abdûllah Demîrbaş gotin, li dijî tecrîdê divê li her cihî nerazîbûn bê nîşandan. -
ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê li dijî tecrîdê çalakî
Meclîsa Ciwanan a Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û Ciwanên Welatparêz, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên li ser wan "Aştî nayê tecrîdkirin" nivîsandî bi dîwaran ve daliqandin. -
NÇM: Em tevlî merasîma cenazeyên şehîdên Parîsê bibin
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) banga tevlîbûna merasîma cenazeyên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil kir. -
Kedkar bi daxwaza 'budçe ji bo kedkaran ne ji bo şer' daketin qadan
Kedkarên KESK'ê li ber TUÎK'ê li hev kom bûn û gotin, "Budçe ji bo kedkaran, ne ji bo şer". Her wiha destnîşan kirin ku maf bi têkoşînê tê bidestxistin. -
Li girtîgehan greva birçîbûnê zêde dibe
Li girtîgehan ji ber ku bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafên mirovan zêde dibe, grevên birçîbûnê jî zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonkarahîsarê 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
HBDH: Me di sala 2022’an de 139 çalakî kirin
Komîteya Rêveber a HBDH’ê diyar kir di sala 2022’an de di çarçoveya pêngava ‘Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin’ de 139 çalakî kirine. -
Dadgeha Destûra Bingehîn: Qedexeya çalakiyan li dijî destûra bingehîn e
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku qedexaya 15 rojan a li ser çalakiyan ku ji aliyê walitiyan ve bi awayekî kêfî tê dirêjkirin, binpêkirin e. -
Ji bo Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil wê merasîmên girseyî bêne lidarxistin
Ji 3 aktîvîstên Kurd ên 23'ê Kanûnê li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo Mîr Perwer li Mûşê, ji bo Abdûrrahman Kizil jî wê li Qersê roja Înê merasîmên girseyî yên cenaze bêne lidarxistin. -
Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'î di roja 10'an de ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Nobeda Edaletê ya wekîlên HDP'î ya li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 10'an de ye. Wekîlan gotin, "Divê Abdullah Ocalan azad bibe" û diyar kirin ku heta tecrîd dewam bike wê şer û krîza aboriyê jî dewam bike. -
YPS û YPS-JIN’ê 3 siyasetmedarên jin ên li Silopî hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn
Fermandariya YPS û YPS-JIN'ê siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. -
ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îranê gef li malbata çalakgerê kuştî hat xwarin
Rayedarên Îranê gef li malbata Nîma Shafagh Doûst xwar ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Îranê hat kuştin. Sê meh bi şûn de malbatê got ku kurê wan ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin. -
Li Eregliyê tekmîl li girtiyên siyasî tê ferzkirin
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha T ya Ereglî ya Konyayê ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û gava birina nexweşxaneyê têkmîl li wan tê ferzkirin. -
Li Amedê dîmenekî din a tundiya polîsan derket holê
Hefteya borî dîmenên polîsan ku li Amedê tundî dikirin derketibû holê. Vê carê jî li navçeya Yenîşehîrê dîmenên ku hêzên dewletê li nava kolanê de tundiyê li kesekî dikin, hatin weşandin. -
EŞÎK'ê serdana HDP'ê kir
Heyetek ji Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) serdana Navedan Giştî ya HDP'ê kir û bi Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan re hevdîtin kir. -
Bûldan: 2023 wê bibe sala serketinê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Sala 2022'an saleke berxwedanê bû. 2023 wê bibe sala serketinê." -
Çankaya: Kujerê li Parîsê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
Serokê Rûmetê yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Awistiryayê Mehmet Alî Çankaya şehîdên Parîsê bi bîr anî û diyar kir ku kujer desthilatdariya AKP-MHP ye. -
Girtiyên jin ên li Şakranê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî zêdebûna binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin. -
Nobeda parlamenteran dewam dike: Tecrîd biqede, wê demokrasî pêk were
Parlamenterên HDP'î li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya nobedê dewam dikin. Parlamenter Îmam Taşçier li çalakiyê axivî û diyar kir ku tecrîd li pêşiya demokrasiyê asteng e û dibe sedema krîza aboriyê. -
Tûrhalli: Zewaca di temenê biçûk de cînayet e
Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmed Turhalli diyar kir ku 'zewaca' kesên hê kamil nebûne, sûcê mirovayetiyê ye û got “Ev zilm e, tê wateya cînayet û kuştinê.” -
Leşkerên Tirk li ser sînor êşkenceyê li muxalîfên Îranî dikin
Berxwedêr û muxalîfên ji desthilatdariya li Îranê direvin, li ser sînorê Wanê dibin hedefa leşkerên Tirk û êşkence li wan tê kirin. -
'Divê dewleta Tirk û Erdogan bêne darizandin'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Fransayê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Fransa vê komkujiyê ronî bike û dewleta Tirk û Erdogan darizîne. -
ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.