Ji bo Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil wê merasîmên girseyî bêne lidarxistin

Ji 3 aktîvîstên Kurd ên 23'ê Kanûnê li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo Mîr Perwer li Mûşê, ji bo Abdûrrahman Kizil jî wê li Qersê roja Înê merasîmên girseyî yên cenaze bêne lidarxistin.

Cenazeyê endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) sibe saet di 14:00 de wê li Balafirgeha Mûşê ji aliyê malbat û heyetekê ve bê wergirtin.

Cenazeyê Perwer piştî ku birin navenda Mûşê wê li qada Şeker Pancari bi rengekî girseyî bê pêşwazîkirin.

Tê payin ku cenaze bi konvoyekê bibin gundê Ewranê. Li gundê Ewranê wê destpêkê li ber mala malbata wî merasîmeke girseyî bê lidarxistin. Piştre jî li goristana bajarok bê veşartin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê wê beşdarî merasîmê bibin. Piştî merasîmê jî wê li navenda Mûşê konê sersaxiyê bê vedan.

Cenazeyê welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil jî heman rojê saet di 10:30'î de wê li Balafirgeha Qersê bê pêşwazîkirin.

Piştre bi rêya bejahî bibin gundê Qeregûnî yê li navçeya Kaxizmanê.

Tê payin ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li merasîmê biaxive.

Piştî merasîmê ku wê parlamenterên HDP'ê tevlî bibin, wê li navenda navçeya Kaxizmanê konê sersaxiyê bê danîn.