Kedkar bi daxwaza 'budçe ji bo kedkaran ne ji bo şer' daketin qadan
Kedkarên KESK'ê li ber TUÎK'ê li hev kom bûn û gotin, "Budçe ji bo kedkaran, ne ji bo şer". Her wiha destnîşan kirin ku maf bi têkoşînê tê bidestxistin.
Kedkarên KESK'ê li ber TUÎK'ê li hev kom bûn û gotin, "Budçe ji bo kedkaran, ne ji bo şer". Her wiha destnîşan kirin ku maf bi têkoşînê tê bidestxistin.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li ber avahiyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li hev kom bûn, bi hinceta ku saziya navborî rêjeya enflasyonê kêm nîşan dide û çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin.
ENQERE
KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê yên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li Enqereyê li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê xwest biçe pêşiya TUÎK’ê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin û çalakvan ji qadê hatin dûrxistin. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyê li deverekê nêzî TUÎK’ê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Huseyîn Kaçmaz jî tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta 'Bi daneyên TUÎK'ê em bêhtir xizan dibin' hate vekirin. Her wiha girseyê dirûşmên 'Bi tena serê xwe xelasî nabe. Ya em ê bi hev re yan jî tu kes ji me', 'Zem, zilm, êşkence. Vaye AKP' û 'Ne budçeya şer lê budçeya kedkaran' hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê KESK’ê Sacît Unalmiş axivî û da zanîn ku zema di asta enflasyonê de hatiye kirin ji sedî “0” e. Unalmiş, got ku zema ji bo mûçeyan hatiye kirin li gorî daneyên TUÎK’ê tê wateya bêhtir xizanbûna wan û wiha got: “Çareseriya mayînde ew e ku heqdestekê ku em bikarin pê mîna mirovan bijîn bidin. Daxwaza me heqdestekî ku welatî bikarin pê jiyaneke mirovî bijîn e.” Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî jî da zanîn ku TUÎK li gorî dîrektîfên îktîdarê tevdigere û ev tişt anî ziman: “Me di budçeya 2023’yan de dît ku îktîdar guh nade mafên kedkaran. Bi vê budçeyê re dê me careke din têxin nava şer. Em dizanin ku zema ji sedî 25 zem nîne. Em vê xizantiya li me tê ferzkirin qebûl nakin û li her deverê li qadan e.”
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku TUÎK, daneyên li gorî daxwazên Erdogan parve dike û budçeya cemaweriyê ne ji bo gel lê ji bo şer, talan û rantê tê xerckirin.
AMED
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê jî têkildarî mijarê li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêmê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne peymana firotinê ya Memûr-Senê û ne jî enflasyona sexte ya TUÎK’ê dixwazin. Daxwaza me heqdestekê ku bikarin mîna mirovan pê bijîn e” hate vekirin. Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedan serbikevin” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) Suleyman Ogut axivî û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê da û diyar kir ku armanca ji vê ew e ku mûçeyên bi milyonan xebatkaran kêm nîşan bide.
Bi heman boneyê li Êlih û Edeneyê jî çalakî hatin lidarxistin û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê hatin nîşandan.
ÊLIH
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyeke girseyî da çapemeniyê. Berdevkê platformê Denîz Topkan daxuyanî da û li hemberî nêzîkatiya desthilatdariyê got, ew bi dirûşma 'Maf nayê dayin, bi têkoşînê tê standin' têdikoşin. Denîz Topkan got, "Heta ku daxwazên me bêne qebûlkirin em ê li qadan bin, têkoşîna xwe mezin bikin."
EDENE
Platforma Şaxên Edeneyê yên KESK'ê jî li ber Gar a Edeneyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî TUÎK'ê da.
Berdevk Tongûç Ozkan got, "Ya mayinde têkoşîna ji bo mûçeyekî ji jiyaneke mirovî ye. Ev yek jî bi zêdekirina mûçeyên kedkarên cemaweriyê di ser sînorê xizaniyê re ye."