HBDH: Me di sala 2022’an de 139 çalakî kirin

Komîteya Rêveber a HBDH’ê diyar kir di sala 2022’an de di çarçoveya pêngava ‘Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin’ de 139 çalakî kirine.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) got “Me di çarçoveya pêngava xwe ya seferberiya şoreşgerî ya 'Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin' ya di sala 2022'an de 139 çalakî kir.”  

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Di sala 2022’an de dema ku şerê me yê şoreşgerî yê li dijî faşîzmê derketiye asta herî jor, hêvî û hêza ku em hildigirin di nava gelên me de hê zêdetir bûye.. Gelê me, ciwan, jin û hemû bindest di bin ala serbilindiya şoreşa yekbûyî de li dijî faşîzmê têdikoşin. Gerîlayên şoreşa yekbûyî yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî çekên kîmyewî li ber xwe dan û her kesê ku li kolanan têkoşîn mezin kir û milîsên me li sazî û dezgehên faşîzmê li avadaniyên faşîzmê yên leşkerî û aboriyê dan. Di sala 2022’an de karkeran li ber xwe dan, jin bi ser ketin, ciwanan barîkat danîn, milîsan lêdan şerê me yê şoreşgerî bi ser ket.

2022’an di dîrokê de bû saleke ku êrîşên dagirkeriyê û tasfiyekirina şoreşa yekbûyî bûye hedef. Desthilatdariya faşîst a xwînmij careke din fermana mirinê ya Kurdan rakir, xwest Elewiyan bixe zindanan, êrîşên li ser jinan parast û bi hemû hêza xwe hewl da pêşeroja ciwanan ji destê wan bigire. Feqîrî û bêkarî her ku diçû zêde dibû. Grev hatin qedexekirin. Gel êdî nikarin nan jî bikirin. Ji bo dagirkirina Rojava planan dikin. Li hemberî van êrîşan milîtanên HBDH’ê li her qadê li dijminên faşîst dan. Polîs, cerdevan, serokên partiya faşîst, patron û her kesê ku destekê dide faşîzmê; hemû bûn hedefa me. Niha çerxa dîrokê êdî rast digere. Ne faşîst lê ew ê karker, kedkar û bindest bi ser bikevin.

 Li ber me peywirên zehmet ên dîrokê hene. Baweriya me heye em ê van erkên dîrokî bi cih bînin. Em ê di sala 2023’an de çalakiyên ku di sala 2022’an de pêk anîne berfirehtir bikin, em ê bi ser bikevin.”

Di daxuyaniyê de her wiha lîsteya çalakiyên par jî hate weşandin. Di lîsteyê de çalakiyên li dijî polîs, leşker, notirvanan, çalakiyên li dijî kargeh û wesayîtên alîgirên AKP û MHP’ê hene.