Li Eregliyê tekmîl li girtiyên siyasî tê ferzkirin
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha T ya Ereglî ya Konyayê ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û gava birina nexweşxaneyê têkmîl li wan tê ferzkirin.
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha T ya Ereglî ya Konyayê ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û gava birina nexweşxaneyê têkmîl li wan tê ferzkirin.
Girtiyên Girtîgeha T ya Ereglî ya ku girtîgeheke ji wan girtîgehan e ku bi awayekî sîstematîk û kêfî mafên girtiyan tên binpêkirin, bi rêya malbat û parêzerên xwe dan zanîn ku rû bi rûyê pêkanînên dijmirovî dibin.
Girtiyan diyar kir ku kargo û nameyên wan carinan bi sê mehan bi derengî tên dayîn, pereyê ji wan re tê şandin, hefteyek-deh roj bi şûn de li hesabên wan tê razandin.
Her wiha hat gotin ku rêveberiya girtîgehê hefteyê du caran lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin, nivîn, betanî, palgeh ji odeyan tên derxistin û di cîhaza XR’ê re tên derbaskirin.
Girtiyan ragihand ku di her lêgerînê de alav û amûrên wan tên belavkirin, radyoyên ji kantînê standine, bi hinceta ku wê “vekolîn li ser bê kirin“ bi demeke dirêj nadin wan.
Malbatên ku bi girtiyên xwe re hevdîtin kirin, dan xuyakirin ku li cihê xwarinê jimartin û gava birina nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin.
Malbatan daxwaza bidawîbûna binpêkirina mafan kir.