Dadgeha Destûra Bingehîn: Qedexeya çalakiyan li dijî destûra bingehîn e
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku qedexaya 15 rojan a li ser çalakiyan ku ji aliyê walitiyan ve bi awayekî kêfî tê dirêjkirin, binpêkirin e.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku qedexaya 15 rojan a li ser çalakiyan ku ji aliyê walitiyan ve bi awayekî kêfî tê dirêjkirin, binpêkirin e.
Walîtî li gorî polîtîkayên desthilatdariyê bi taybetî li bajarên Kurdan bi awayekî kêfî û sîstematîk çalakiyan qedexe dikin. Ev qedexe piştre bi salan bi awayekî otomatîk têne dirêjkirin.
Dayina erk û biryara li ser civîn û xwepêşandanan ji bo Walîtiyan, bû mijara Dadgeha Destûra Bingehîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ji bo çalakî û xwepêşandan destûr xwestina ji walitiyê li dijî xala 34’an a Destûra Bingehîn e.
Walîtiya Êlîhê di 7’ê Mijdara 2018’an de bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” li bajêr ji bo 14 rojan civîn û meş bi destûra ji walîtiyê ve girêda bû.
Endamên sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tevlî biryarê nebûn û beşdarî çalakiya şandina faksê ya ji bo kesên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin bûn.
Li gorî Qanûna Qebehatan ji beşdarên çalakiyê re 259 TL cezayê pereyê hate birîn. Ji bo îtîrazê serî li dadgeheke bajêr hate dayin, lê ne hate qebûlkirin. Li ser vê yekê Nûreddîn Şîmşek, Denîz Topkan û Cîhan Tuzun bi hinceta 'Mafê beşdarbûna civîn û xwepêşadanan tê binpêkirin' serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ji serlêderan re 20 hezar Tl tazmînat bên dayîn. Biryara dadgehê di Rojnameya fermî de hate weşandin.