EŞÎK'ê serdana HDP'ê kir
Heyetek ji Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) serdana Navedan Giştî ya HDP'ê kir û bi Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan re hevdîtin kir.
Heyetek ji Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) serdana Navedan Giştî ya HDP'ê kir û bi Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan re hevdîtin kir.
Heyeta EŞÎK a ji Ece Onûrsal, Tûba Çamelî, Halîme Guner, Berrîn Sonmez, Sevîlay Çelenk serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kir.
Heyet ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenter Oya Ersoy û Şevîn Coşkûn ve hate pêşwazîkirin.
Heyetê têkildarî Pêşniyara Guhertina Destûra Bingehîn a Sernixumandinê daxwazên xwe parve kir.
Berrîn Sonmez bi navê heyetê axivî û diyar kir ku ketina wan a Meclîsê hatiye qedexekirin û ew pêşniyara AKP'ê teqez red dikin.
Sonmez diyar kir ku divê partiyên siyasî dengê wan bibihîzin û têkildarî pêvajoya amadekirina destûra bingehîn rexneyên xwe parve kir.
Sonmez diyar kir ku guhertina tê xwestin bê kirin, cihêkarî ye û binpêkirina maf e, lewma xwest bê redkirin.