Çankaya: Kujerê li Parîsê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye

Serokê Rûmetê yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Awistiryayê Mehmet Alî Çankaya şehîdên Parîsê bi bîr anî û diyar kir ku kujer desthilatdariya AKP-MHP ye.

Cenazeyên Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Vîllers-le-Belle ya Parîsê bi merasîmeke bi heybet ber bi Kurdistanê tê şandin.

Serokê Rûmetê yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Awistiryayê Mehmet Alî Çankaya di merasîmê de axivî û sersaxî ji gelê Kurd re xwest. Çankaya got, “Tişta ku li Tirkiyeyê kirin, li Ewropayê jî dikin. Duh Sakîne qetil kirin, îro sê canên din jî qetil kirin. Ev yek ne tesaduf e, kujer ew in ku zilmê li gelê Kurd dikin.”

Çankaya anî ziman ku ew ji ber baweriya xwe her tim li gel bindestan cih digirin û wiha got, “Ev qetliam ne ji aliyê zilamekî serxweş û nezan ve li Fransayê hatiye kirin Ev qetlîam bi hevkariya AKP-MHP’ê ve hatiye kirin û qetlîameke rêxistinkirî ye. Bi vê qetlîamê re dixwazin tirsê bikin nava gelê Kurd û têkoşîna wan rawestînin.”

‘EM DIKARIN KOMKUJIYAN BI HEV RE BIDIN SEKINANDIN’

Çankaya “Em Elewî li ku derê bin jî van qetlîaman bi tundî şermezar dikin û kesên ku di vê oxirê de berdêl didin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev ne yekem e ne jî ya dawî ye. Dewleta zordar bi hevkariya welatên emperyalîst dixwazin vê têkoşînê bidin sekinandin. Em li hemberî tunekirinê divê piştgirî bidin têkoşîna vî gelî. Ji bo têkçûna vê dewletê divê em bêtirs bicivin. Dibe ku rojên di pêşiya me de hin zêdetir zehmetir bibe. Ji ber vê yekê divê em netirsin. Dibe ku heman tişt li Elewiyan re jî bê kirin. Ya ku li Mereş, Sêwaz û Çorûmê hatin kirin, projeyên dewletê. Divê em bi hev re li hemberî van qetlîaman têbikoşin.”