Leşkerên Tirk li ser sînor êşkenceyê li muxalîfên Îranî dikin
Berxwedêr û muxalîfên ji desthilatdariya li Îranê direvin, li ser sînorê Wanê dibin hedefa leşkerên Tirk û êşkence li wan tê kirin.
Berxwedêr û muxalîfên ji desthilatdariya li Îranê direvin, li ser sînorê Wanê dibin hedefa leşkerên Tirk û êşkence li wan tê kirin.
Koçberên li ser sînorê Wan-Îranê têne girtin ji aliyê leşkerên Tirk ve têne tazîkirin û di nava berfê de bi rojan têne hiştin.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî sê meh in çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezarna kes jî hatin girtin.
Kesên ku ji desthilatdariya li Îranê direvin hewl didin xwe bigihînin bajarê Wanê yê li ser sînor. Muxalîf û berxwedêrên ji Îranê direvin li ser sînorê Wan-Îranê ji aliyê leşkerên Tirk ve têne girtin û êşkence li wan tê kirin. Sînorê ku zivistanê serma û seqem lê zêde ye, ji bo penaberan dibe rêya êşkence û mirinê. Gelek penaberên hewl didin ji sînor derbas bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve têne girtin. Leşkerên Tirk êşkenceyê li penaberan dikin. Meha Kanûnê komek ji Îraniyan ên hewl dan ji Îranê xwe bigihînin Wanê, piştî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin, hatin tazîkirin û bi rengekî tazîkirî li ser berfê hatin dirêjkirin. Koma ku di navbera 15-30 salî de bû bi saetan tazî hatin hiştin û leşkerên Tirk bi vî rengî êşkence li wan kirin.
Îraniyên ku leşkerên Tirk êşkence li wan kirin, piştre bi rengê tazîkirî li aliyê Îranê yê sînor têne hiştin. Ev mirovên ku bi fikar in ji aliyê desthilatdariya li Îranê ve bêne kuştin, jinûve hewl didin derbasî Wanê bibin. Berxwedêrekî Fars ê 35 salî ku leşkerên Tirk êşkence lê kir, qala bûyerê kir: "Ez li Tehranê dimînim. Piştî ku Jîna Emînî hate qetilkirin min li dijî rejîmê şer kir. Me ti carî bi pêş ve gav neavêt. Hîn bûn ku ez tevlî berxwedanê bûme. Ji ber vê yekê he roj avêtin ser mala min. Malbata min gelek caran birin û êşkence lê kirin. Malbata min jî ji ber ku naxwaze bême kuştin, ez şand Tirkiyeyê. Tevî vê yekê jî min nexwest bêm. Min dixwest berdanê dewam bikim, lê belê gefa kuştinê li malbata min dixwarin. Ji ber vê yekê neçar mam ku Îranê biterikînim. Piştî ku ji Îranê hatim Wanê, leşkerên Tirk ez û 5 kesên li gel min girtin. Bi rojan êşkence li me kirin. Di serma di bin sifirê de li ser berfê bi saetan em hiştin û êşkence li me kirin. Her derê me birîn kirin. Leşkeran piştre em danîn aliyê Îranê. Ji bo nekevim destê rejîma Molla ez ê ji nû ve derbasî aliyê Tirkiyeyê bibûma."