Girtiyên jin ên li Şakranê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî zêdebûna binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî zêdebûna binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê gihiştine asteke ku mînakên wê li tu deverê cîhanê tune. Girtiyên siyasî bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li gelek girtîgehan, hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ku binpêkirinên mafan ên keyfî û sîstematîk lê bi giranî tên jiyîn, greva birçîbûnê dest pê kir.
Girtî li dijî ferzkirina hejmartina li ser piyan, kûrkirina şertên tecrîdê, astengkirina pirtûkan û destûr nedana bêhnstendina hevpar, nerazîbûnê nîşan didin.
Greva birçîbûnê ku weke hişyariyekê hate destpêkirin. Di destpêkê de nivîskara girtî Leyla Saraç tevlî bû.
Greva birçîbûnê wê 10 rojan bi dorvegerî bidome.