ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, wê îro bi merasîma cenaze bêne şandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Fransayê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Fransa vê komkujiyê ronî bike û dewleta Tirk û Erdogan darizîne.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Berxwedêr û muxalîfên ji desthilatdariya li Îranê direvin, li ser sînorê Wanê dibin hedefa leşkerên Tirk û êşkence li wan tê kirin.
- Hevserokê CÎK'ê Hafiz Ahmed Tûrhalli destnîşan kir ku 'zewicandina' di temenê zarokatiyê de sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Zilm e, xerakirina xwezaya jiyanê ye, kuştin e."