'Divê tecrîd li her deverê bê şermezarkirin'

Siyasetmedarên Kurd Hasan Basrî Firat û Abdûllah Demîrbaş gotin, li dijî tecrîdê divê li her cihî nerazîbûn bê nîşandan.

Ji şaredarên berê yê Xinisê Hasan Basrî Firat got, tecrîd nîşaneya herî şênber a wê yekê ye ku dewleta Tirk bi rengekî hiqûqî û adîl nêzî Kurdan nabe û wê ti carî bi wî rengî nêzîk nebe.

Ji şaredarên berê yên Sûrê Abdûllah Demîrbaş jî ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku di mijara tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de mîsyon û cidiyeta CPT ketiye ber lêpirsînê. Demîrbaş got, "Eger CPT dixwaze nîşan bide ku saziyeke cidî ye, neçar e ku têkildarî serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê daxuyaniyeke cidî û têrker bide. Berpirsyar e ku dawî li vê rewşa xumamî bîne, ku bi xwe afirandiye."

TECRÎD POLÎTÎKAYEKE ŞER E

Demîrbaş diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke polîtîkayeke şer bi kar tîne û wiha dewam kir, "Nahêle fikir û nêrînên Birêz Ocalan bigihêjin raya giştî û bi vî rengî şer kûr dike. Wateyeke din a tecrîdê ew e ku polîtîkayên şer li Rojhilata Navîn dixin meriyetê. Fikir û gotinên polîtîk ên Birêz Ocalan ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn girîng e. Têne qebûlkirin. Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Aktorekî girîng e ku gelê Kurd guh dide wî. Ne tenê li ser rêxistina xwe, di heman demê de li ser hemû Kurdan lîderekî bi bandor e. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e. Tecrîda ku li ser aştî û aramiyê hatiye danîn divê tavilê bê rakirin."

LI HER DERÊ DIVÊ NERAZÎBÛN BÊ NÎŞANDAN

Demîrbaş destnîşan kir ku gelê Kurd, dostên wan û alîgirên aştiyê divê li her deverê, li her platformê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin.

TECRÎD NÎŞANEYA NÊZÎKATIYA LI KURDAN E

Ji şaredarên berê yên Xinisê Hasan Basrî Firat ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, tecrîd nîşaneya wê yekê ye ku dewleta Tirk bi adîl û hiqûqî nêzî Kurdan nabe û wê ti carî bi vî rengî nêzîk nebe. Her wiha diyar kir ku divê gelê Kurd vê tecrîdê baş fêhm bike û li gorî wê helwestê nîşan bide.

Firat got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo parastina maf û hiqûqa gelê Kurd li ber xwe dide. Eger li ber xwe nedabûya wê îro di nava şert û mercên baş de bûya. Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan tune bike hiqûqa xwe û pîvanên hiqûqa gerdûnî bi cih nîne. Siyaseta Birêz Ocalan li nava piraniya Kurdan hatiye qebûlkirin. Di şexsê wî de bêhiqûqî li Kurdan tê kirin.

DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVE

Birêz Ocalan lîdereke ku ji bo Kurdan girîng e. Lîderekî tê qebûlkirin. Lîderên ku berê ji raperînên Kurdan re pêşengî kirin Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mûhammed hatin qetilkirin. Piştre jî komkujî li gel hate kirin. Ji bo Kurdan ev dîrok tecrûbeyeke. Destpêkê lîderê wan qetil dike, piştre jî gel. Ya ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin jî heman tişt e. Tecrîda lê tê ferzkirin qonax bi qonax li gelê Kurd tê ferzkirin. Êrîş li ser destketiyên Kurdan e. Ji hev cuda nîne. Gelê Kurd divê dersê ji dîrokê werbigire û xwedî li lîderê xwe derkeve. Divê em vê polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk pûç bikin. Gelê me li her deverê di nava her şert û mercî de divê bi vê têgihiştinê tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar bike."