ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan bal kişand ser raperîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got, "Yekane rêya azadî û wekheviyê, têkoşîna hevpar a gelan e. Bi têkoşîna hevpar a gelan, krîz dikarin bêne çareserkirin."

- Serokeşîran gotin, Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan û li gorî pêwîstiya herêmê tê lidarxistin û destnîşan kirin, ku bi QSD'ê re wê jiyaneke ewle û hevpar ava bikin.

- Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikaran zêde dike û got, "Civak tengezar bûye. Dixwaze tavilê agahiyê werbigire."

- Hikumeta Şamê 3 meh in sotemenî, malzemeyên tibbî û xurek li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê qedexe kiriye. Ji ber ambargoyê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Navber ji xwendinê re hate dayin, xizmet kêm bû.