Li Îranê gef li malbata çalakgerê kuştî hat xwarin
Rayedarên Îranê gef li malbata Nîma Shafagh Doûst xwar ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Îranê hat kuştin. Sê meh bi şûn de malbatê got ku kurê wan ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin.
Rayedarên Îranê gef li malbata Nîma Shafagh Doûst xwar ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Îranê hat kuştin. Sê meh bi şûn de malbatê got ku kurê wan ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin.
Yekîneyên ewlehiya Îranê, zext li malbatekê kir ku kurê wan ji aliyê hêzên dewletê ve li Ûrmiyeyê hat kuştin û zor li malbatê kir ku bibêje kurê wan bi gezkirina kûçik jiyana xwe ji dest daye.
Li gor nûçeya li ser malpera Kurdistan: Human Rightsê, 21’ê Îlonê 2022’yan Nîma Shafagh-Doûst ku ji Ûrmiyeyê hatiye, di xwepêşandanên protestoyî yên li dijî hikûmetê de li taxa Îslamabadê ya bajêr du caran bi çekan li lingê wî hatiye xistin.
Malbatê destpêkê kurê xwe biriye nexweşxaneyê, lê ji ber ku hêzên ewlehiyê dor li nexweşxaneyê girtiye û bi rîska ku wê kurê wan bê girtin, neketiye nexweşxaneyê û bi venêrîna bijîşkek taybet li malê derman kiriye.
Shafagh piştî dermanbûna li malê bi 12 rojan, ji ber xerabûna rewşa wî ya fîzîkî, 4’ê Cotmeha 2022’yan birine Nexweşxaneya Xumeynî ya li Ûrmiyeyê. Nîma piştî çend saetan ji ber enfeksiyona zêde jiyana xwe ji dest daye.
Hêzên dewletê ragihand ku Nîma ji ber gezkirina kûçik jiyana xwe ji dest daye. Malbatê Shafagh-Doûst jî ji ber gefên yekîneyên ewlehiyê di roportajekê de ku daye medyaya dewletê ji neçarî ji îdiayê re gotiye erê.
Piştî kuştina Shafagh-Doûst bi sê mehan, dayika wî di roportajekê de ku da KHRN’ê got, rast e ku kurê wê ji aliyê hêzên dewleta ve bi berdana çekê hatiye kuştin.
Pervîn Hassanabadî ya dayika Nîma diyar kir ku kurê wê di xwepêşandanan de birîndar bûye û ji enfeksiyona ji ber birîndarbûyînê jiyana xwe ji dest daye.