Tûrhalli: Zewaca di temenê biçûk de cînayet e

Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmed Turhalli diyar kir ku 'zewaca' kesên hê kamil nebûne, sûcê mirovayetiyê ye û got “Ev zilm e, tê wateya cînayet û kuştinê.”

Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ehmed Tûrhalli diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de ne pratîkeke îslamî ye ev feraseta Îslama Desthilatdariyê  ye. Tûrhalli got “Di warê Îslamê de nayê qebûlkirin ku zarokên keç di temenê biçûk de were zewicandin û ev zilmeke mezin e.

Turhalli bal kişand ser vî tiştî ku Weqfa Diyanetê ya Tirk diyar dike zarokên keç di 9 salî de û yên kur jî di 12 salî de dikarin werin zewicandin. Tûrhalli diyar kir ev bawerî ne li gorî Îslamê ye û saziyên wekî Diyanetê saziyên îslamiya desthilatdariyê ye. Tûrhalli got “Saziyên wekî Diyanetê îslamê tahrîp dikin û ev sazî bi tu awayî xizmeta Îslamê nakin.”

ZEWACA DI TEMENÊ BIÇÛK DE ZILM E

Tûrhalli diyar kir Diyanet û terîqat û cemaetên wekî wê li ser zewaca zarokên keç gelek tiştan dibêje lê ev gotin derveyî dîn e û divê gel were agahdarkirin. Tûrhalli got “Di sûreya Nîsa ya Quranê de dema qala keçên sêwî tê kirin, dibêje heta bigihêjin temenê mehrkirinê. Wekî temenê ku di warê maddî, civakî û malbatî de bikaribe berpirsyariyê werbigire. Yanî herî kêm 18. Tiştên derveyî vê sûcê mirovayetiyê ye. Heke zarokên keç di temenekî biçûk de bizewicin ev zilm e, cînayet e û kuştin e.”

DIXWAZIN PÊŞIYAÎSLAMA DEMOKRATÎK BIGIRIN

Tûrhalli diyar kir desthilatdarên piştî Pêxember ne li ser esasên Îslamî hatine avakirin, ew bêtir ji bo berjewendiyên desthilatdariyê hatine avakirin û got “Ji bo pêşiya Îslama Demokratîk were girtin, Îslama desthilatdariyê kirin sazî. Saziyên wekî şeyxulîslam ava kirin. Li gorî hest û berjewendiyên desthilatdaran fetwa hatina dayîn. Van saziyan desthilatdarî pîroz kirine û xwestine misilmanan bikin koleyên xwe. Saziya bi navê Diyanetê jî saziya dewleta Kemalîst e. Ev sazî hewl dide dînê tahrîf bike û ji hev parçe bike.”

Tûrhalli derbarê terîqetên nêzî hikumeta dewleta Tirk jî kir û got “Dewleta Kemalîst xwedî li van saziyan derdikeve û wan diparêze. Ev ji bo ku senteza Tirk-Îslam di nav civakê de bi cih bibe û nijadperestiya Tirk zêde bibe, hatine avakirin. Ji bo neteweyên din asîmîlek bikin û mezhebên din ji holê rakin, ev sazî hene. Bi vî awayî dixwazin ji xwe nefretê bike. Ev saziyên wisa bi destê dewletê li Kurdistanê tên rêxistinkirin. Divê civaka Kurd û dîndarên dilsoz hay ji van tiştan hebin.”