Li Amedê dîmenekî din a tundiya polîsan derket holê

Hefteya borî dîmenên polîsan ku li Amedê tundî dikirin derketibû holê. Vê carê jî li navçeya Yenîşehîrê dîmenên ku hêzên dewletê li nava kolanê de tundiyê li kesekî dikin, hatin weşandin.

Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê polîsên Tirk di dema kontola nasnameyan de tundî li welatiyê bi navê Emre Elaltunterîn kiribûn.

Li navçeya Yenîşehîrê jî dîmenek bi heman rengî derket holê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku di 30’ê Kanûnê de li navçeya Yenîşehîrê komeke ku ji polîs û notirvanan pêk tê, tundî li kesekî ku di nava kolanê de di GBT’ê re derbas dikirin, dikin. 

Di dîmenên ku ji aliyê şeniyên taxê ve hatine kişandin, xuya dibe ku hêzên dewletê bi pehîn û şimaqan êrîşî kesekî dikin.

Her wiha tê dîtin ku polîs welatiyê ku lê dixin diavêjin erdê û kelepçe dikin û êrîşê kesên derdor ên ku bertek nîşanî wan daye, dikin.