NÇM: Em tevlî merasîma cenazeyên şehîdên Parîsê bibin
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) banga tevlîbûna merasîma cenazeyên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil kir.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) banga tevlîbûna merasîma cenazeyên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil kir.
NÇM di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bûyera dawî ya ku li Parîsê li navenda Ewropayê pêk hatî, parçeyeke qirkirina li ser çanda Kurdan e ku bi awayekî pergalî tê meşandin. Parîs bi komkujiya 2’yemîn re ji bo Kurdan bûye bajarekî reş. Di heman demê de bûye cihekî kujerên hunermend û siyasetmedarên Kurd. Hunermend Mîr Perwer jî yek ji wan hunermendên Kurd bû ku li Kurdistanê hunera wî hatiye qedexekirin û berê xwe dabû Ewropayê. Tevî hemû astengiyan jî Mîr Perwer li penaberiyê di hunera Kurdî de israr kiriye û di encamê de bûye hedefa qatilên kirêt û faîlên diyar. Em kedkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê, di şexsê Mîr Perwerde de hemû cangoriyên hunera azad bi bîr tînin. Li hemberî her êriş, pêkutî, qedexe û kuştinan, em ê stranên xwe yên şoreşê bêjin. Wê tu êriş nikaribin deng û awazên me qut bike. Bangawaziya me ji bo hemû gelê me ew e ku bi tevlîbûneke xurt biçin pêşiya cenazeyan û xwedî li cenazeyan derkevin.”