Goksûngûr: Dewleta Fransayê ji ronîkirina komkujiyê berpirsyar e
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr anî ziman ku bi Komkujiya Parîsê re êrîş li dijî berxwedana bi pêşengiya jinan hatiye kirin û got, Fransa berpirsyar e ku komkujiyê ronî bike.
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr anî ziman ku bi Komkujiya Parîsê re êrîş li dijî berxwedana bi pêşengiya jinan hatiye kirin û got, Fransa berpirsyar e ku komkujiyê ronî bike.
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr bal kişand ser komkujiya di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hate kirin û got, "Piştî 10 salan li navenda Parîsê komkujiyeke duyemîn hate kirin. Yên ku komkujiya 9'ê Cotmehê plan kir, di 23'ê Kanûnê de jî komkujî kir. Êrîş li dijî tevgera jinê, li hemberî berxwedana bi pêşengiya jinê hate kirin."
Goksûngûr ragihand ku navenda fermandayina komkujiyan Enqere ye û got, "Daxuyaniya doh a Suleyman Soylû balkêş bû. Digot 'Serokkomar Erdogan em wezîfedar kir ku li her devera cîhanê terorîstan tune bike'. Ev yek mikurhatina li komkujiya duyemîn a Parîsê ye. Lewma berpirsyariya dewleta Fransayê ye ku vê komkujiyê ronî bike. Ji ber ku dewleta Fransayê ji ber komkujiya beriya 10 salan jî gumanbar e. Ev yek ji bo gelê Fransayê, ji bo Parîsê cihê şermê ye. Niha şermeke duyemîn bi ser ve hatiye. Divê jinên ku pêşengî ji Komuna Parîsê re kirin, ji bîr nekin. Divê Jeanne d'Arcê ji bî rnekin. Ji ber ku piştî sed salî êdî jinên Kurd li dijî faşîzmê pêşengiyê ji dijberiya li paşverûtiyê re dikin."
Goksûngûr diyar kir ku Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta ku cenaze bêne wergirtin wê hefteyê heft rojan û 24 saetan vekirî be, roja Duşemê saet di 12'an de ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku 9'ê Çileyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin, wê meşekê lidar bixin, roja Sêşemê jî ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi Wezareta Edaletê bimeşin.