Rêxistinên Elewî di Komcivîna Mezin de li hev civiyan
Rêxistinên Elewî li Stenbolê di Komcivîna Mezin a Elewiyan de li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî baweriya xwe dan.
Rêxistinên Elewî li Stenbolê di Komcivîna Mezin a Elewiyan de li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî baweriya xwe dan.
Komcivîna Mezin a Elewiyan ji aliyê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çanda Elewiyan a Pir Sultan Abdal (PSAKD), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV) û Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) ve hat organîzekirin.
Komcivîn, li dijî avakirina Serokatiya Çanda Elewî-Bektaşî û Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de li ser biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve pêk hat.
Pankartên bi nivîsên "Aştî", "Ji şer re na", "Bila Diyanet bê girtin", "Dest nedin ocax û baweriya min", "Bila Madimak bibe muzeya şermê", "Bila dersên olî yên mecbûrî bên rakirin", "Di aboriyê de edalet" û "Destûra Bingehîn a Nû" li salona komcivînê daliqadin.
Gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û bi hezaran kes beşdarî komcivînê bûn.
Serokê Giştî yê ABF’Ê Mustafa Arslan di komcivînê de axivî û diyar kir ku û wiha got: “Baweriya elewiyan tune tê hesibandin. Îbadetxaneyên me wek ‘berhema dîrokî’ tên dîtin. Elewî dibêjin; ‘hemwelatiya wekhev, laîkbûn û demorkasî’. Lê we vî welatî mehkûmî diyanete, demaetan kir. Em dizanin ku cemaetan vî welatî aniye çi halî. Vê zîhniyetê çi anî serê zaroka 6 salî, em vê hemû dizanin. Em bi vê feraseta yekperest re t êdikoşin. Ji bîr, bawerî û rêxistinbûyîna elewiyan ditirsin. Em dibêjin ku kurd, tirk, çerkez û hemû bîr û bawerî û gelên din dikarin bi hev re bijîn.”
VÊ CARÊ ELEWÎTÎ TÊ QETILKIRIN
Arslan di berdewamiya axaftina xwe de Komkujiya Mereşê bi bîr xist û wiha got: 44 sal berê li Mereşê elewî qetil kirin. Niha jî elewîtiyê dikujin. Di wir de herin, hûn kî ne elewîtiyê qetil dikin? Yên ku mirovan mehkûmî xizaniyê dikin, hewl didin bêhêziya xwe bi bêhiqûqî, zordarî û tirsandinê veşêrin. Zarok li vî welatî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hatin qetilkirin. Li Roboskî zarok hatin qetilkirin. Ez bejna xwe li ber bîranîna we ditewînim.”
Serokê ADFE’yê Celal Firat jî wiha got: “Di vê sedsala duyemîn a komarê de em bi rûbirûnê dest pê bikin. Em ê çawa tiştên anîne serê me ji bîr bikin. Jibîrkirin, razîbûna li mirinê ye û xiyanet e. Lewma divê me hesab bipirsin û hevrû bibin. Bi hezar salan e em tevî hemû êrişan û qetlîaman li ber xwe didin û têkoşîna me didome. Dixwazin me bênasname û bêbawerî bihêlin. Berê me elewiyan didin hev. Lê em ê destûr nedin vê yekê. Em ê neyên lîstika îktidarê. Divê diyanet were betalkirin.”
PEYAMA HDP’Ê
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan peyam şandin kongreyê û nameya wan hat xwendin û di nameya xwe de kongreyê li civaka elewî pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna elewiyan têkoşîna wan e.
Her wiha peyamên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû jî hatin xwendin.
NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ
Hevberdevka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû jî axivî û anî ziman ku ew ê destûrê nedin tunehesibandina elewiyan. Hevberdevkê AABK’yê Huseyin Mat jî bertek nîşanî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat da û ew ê vê qetlîam û nijadperestiyê şermezar dikin.
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolûyê ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez jî destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku Hotêla Madimakê bibe “Muzeya Şermê” û ew ê destûrê nedin cihêkariya li elewiyan tê kirin.
Komcivîn, bi axaftina nûnerên rêxistinên elewiyan berdewam dike.