Tecrîd di sala 2022’an de girantir bû

Sala 2022’an ku tu hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê çênebû, hê jî derbarê serdana CPT’ê guman hene.

Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye sala 2022’an malbat û parêzeran nekarî tu hevdîtinê bike. Hevdîtina dawîn a bi malbatê re sala 2020’an bû. Sala 2021’ê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê bi kurtî hevdîtinek kir. Geşedaneke ji geşedanên girîng a li Îmraliyê jî ew bû ku piştî ewqas bangkirinê CPT çû giravê. Lê hat îdiakirin ku Rêberê Gelê Abdullah Ocalan derneketiye ji bo hevdîtina bi CPT’ê re. Parêzeran bi israr pirsa vê mijarê ji CPT’yê kir lê CPT’yê ‘prosedur’ kirin hincet û tu daxuyanî neda.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi civîna ku sala 2021’ê çêkir, guftûgo li ser biryarên DMME’yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan kir ku bi cezayê hetabihetayê hatine mehkûmkirin û meha Îlonê ya sala 2022’an daxwaza bersivekê ji Tirkiyeyê kir. Lê Tirkiyeyê bi cezayên dîsîplînê yên cur bi cur li qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatan dewam kir.

Ev tabloya sala 2022’an di tecrîde de derket holê, serdana CPT’yê geşedaneke vê salê bû ku derket pêş, serlêdana parêzeran li Neteweyên Yekbûyî (NY) me ji yek ji parêzerên Abdullah Ocalan, Ozgur Erol pirsîn.

Mirov ku li sala 2022’an dinêre tabloyeke çawa di tecrîda Îmraliyê de dibîne?

Mirov ji aliyê sala 2022’an ve li mijarê binihêre, ji aliyê Îmraliyê ve tu guherîneke bi erênî nîn e. Ez ku dibêjim tu tişt neguheriye, nabêjim ku mafên heyî tên parastin û rewşa heyî berdewam e. Di neheqî, bêhuqûqî û pergala tecrîdê de tu nermbûnek nîn e. Di vî warî de mirov dikare bi gotinekê nirxandina sala 2022’an bike. Mirov ji vî aliyî ve dibîne ku rewş ji salên çûyî hêj bipaşdetir e. Çimkî tecrîd her sal û meh û roj tiştek lê tê zêdekirin û dewam dike. Berdewambûyîna tecrîdê ewqas bi kûrahî, têkildarê dewamkirina kûrkirina feraseta neçareseriyê ya hikûmeta heyî ye di pirsgirêka Kurd de.

Di merheleya em tê de ne, mirov dibîne ku dorpêç û siyaseta tecrîdê ya li ser pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, heta bi muxalif ên Tirkiyeyê, demokrat, sosyalîst û heta her ku diçe heta bi demokratên civakî jî hewila berferehkirin û kirina bandorê lê, tê dayîn.

Mijara herî dawî ya sala 2022’an ku behsa wê dihat kirin, çûyîna giravê ya CPT’yê bû. Hej jî tu rapor nehatiye eşkerekirin. Her wiha îdia tê kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derneketiye ji bo hevdîtinê, nediyariyek di vê mijarê de heye û berdewam e. Tu çawa nirxandina vê dikî?

Ya rast; bi vê rewşê biwara saziyî ya siyaseta tecrîdê ya bi salan e em dibêjin, derdikeve holê. Anku dertê holê ku ev ne pirsgirêkek e ku bi tenê ji ber pergala huqûqê ya Tirkiyeyê ya jî ji ber pergala siyasî ya Tirkiyeyê diqewime. Ev rastî heye: salên çûyî bi awayên cuda; bi berxwedana girtiyan, greva birçîbûyînê ya siyasetmedaran, hin hevdîtin dibûn. Bi malbatan re hevdîtin dibû ya jî wek ku di sala 2019’an de bû, çend hevdîtinên parêzeran dibûn. Lê ji sala 2019’an û pê de rewş bû rewşa dorpêçê. Hevdîtina dawîn a bi malbatan re sala 2020’î bû. Bi pişt re bi sala 2021’î bi telefonê hevdîtinek hat kirin û bi çend deqîqeyan dewam kir. Du sal û nîv di ser re derbas bûne, li gor ku Tirkiye welatekî Konseya Ewropayê ye, di girtîgeheke di nav sînorên Konseya Ewropayê de, bi salan e destûrê nadin ku tu çavdêr, parêzer û hevdîtinê bikin. Hemû pergala Ewropayê jî û saziyên li vir jî baş dizanin ku ev awayê girtinê nabe ku bê qebûlkirin. Di şexsê Kurdekê polîtîk de 700 sal bi şûn de rêgeza ‘Kesî/ê bînin dadgehê û ber huqûqê’ ku esasê bingehîn ê Magna Cartayê ye ku 700, 800 berê  ragihandiye û pê pesnê xwe didin, ji holê hatiye rakirin.Venihêrîna ve rewşê nabe. CPT û saziyên din mehane û rojane şopandina vê rewşê dikin. Hem bi raporên me, hem bi raporên ku ji Wezareta Edaletê distînin dişopînin. Dem bi dem tên serdanê. Lê nabe ku bi gotina ‘em ji rewşê haydar in’ qîma xwe bînin. Bila me nexin cihê zarokan, em vê bi eşkerehî bibêjin. Ne erkdarên deshilata siyasî ku vê pergalê pêk tînin dikarin bi vî awayî di ser guhên xwe re biavêjin, ne jî saziyên navneteweyî yên îdia dikin ku venihêrîna vê dikin. Bi salan hatin, serdan kirin. Kengî pêvajoya hevdîtinê dest pê bû, hingê çûn Îmraliyê. Kengî ku tecrîd giran bû, di van deman de gava hatin Tirkiyeyê, çûyîna Îmraliyê red kir. Bi vî awayî çûn û hatina serdanê ya hevrast çêbû.

Serdana dawîn jî serdaneke wisa bû?

Ev serdana dawîn, bi tenê derveyê serdanên din bû. Me jixwe ferq kiribû ku derasayiyek heye. Ji wê boneyê bi israr me bi hin kesan re hevdîtin kirin. Me bi nivîskî ragihandin û pirs kirin. ‘Prosedur’ kirin hincet û bersiv nedan, hat bihîstin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçûye ji bo hevdîtinê, hevdîtin qebûl nekiriye. Tiştê em bi tevahî dizanin ev e: Rêzdar Ocalan bi rolê CPT’yê yê di rejîma girtîtiyê de dizane û jixwe analîza wê jî kiriye. Heta wî hay ji rolê hemû saziyên Ewropayî di pergala tecrîdê de heye. Helbet bi nabe asteng ku em nexwazin ew bi rolê xwe rabibin. Ne ku bi me re bilîzin, ferqa navê ev e.

Lê, we parêzeran got ku hûn ê mijarê bibin qadên navneteweyî yên din jî. Heta we diyar kir ku hûn ê mijarê bibin ba Neteweyên Yekbûyî jî. Sala 2022’an ku qediya di vê serlêdanê de çi hatine kirin?

Di der barê mijarê de me seri li sazûmanên Neteweyên Yekbûyî daye. Têkildarê vê mijarê em dizanin ku sazumanên Neteweyên Yekbûyî dest bi nivîsandina ji hikûmeta Tirkiyeyê re kiriye. Pêvajo û naverokên têkildarê ve diyar bibin em ê kitekitên wê bi gel re par bikin. Ji vê merheleyê û pê ve em dibînin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropaye yek car bi lez û bez tevdigerin. Em vê jî giring dibînin. Em ê van sazûmanan karîger bikin. Wek ku min got; naverok û hûrgulî her ku diyar bibin em e bi gel re par bikin.

Herî dawî, di der barê lêpirsînên dîsîplînê de ku Tirkiye bi taybetî li Îmraliyê bi rê ve dibe, tu çi dibêjî?

Ev cezayên dîsîplînê lîstîkên huqûqî ne. Nîqaşeke huqûqî ya jî siyasî li ser nîn e ku bi awayekî bi cidî bê kirin. Me berê behsa boneyên van cezayên dîsîplînê kiribû. Bi boneya ku dev ji kirina werzîşê bi nîv saet zû berdane û nîv saetê mayî bi hev re axivîne ya jî çûne û hatine bi astengkirina mafê werzîşê yê hev û din hatine sûcdarkirin. Ev prosedura sê mehane ku bi awayekê sîstematîk bi rê ve diçe li kû dera dinyayê heye? Disekinin, disekinin û hefteyek dimîne ji bidawîbûna cezayê dîsîplînê bi sê mehan sûcekê din ê dîsîplînê îcad dikin.

Ev cezayên dîsîplînê ji derhuqûqîbûyînê derbas bûne û ji aliyê exlaqî ve bûye xusûseke zorlêker. Lewre cezayên dîsîpînê ji parêzeran jî vedişêrin. Li gel ku bi caran me ser lê daye, me gotiye bişînin, em ê îtirazê lê bikin, ji me jî vedişêrin. Dorpêç dikin û li wir lîstikekê ji xwe re çêdikin û pêk tînin. Çawa ku bi salan gotin keştî xerabe ye, rewşa hewayê ne xweş e nehiştin hevdîtin bê kirin niha jî bi cezayên dîsîplînê vê dikin. Tu aliyekê wê yê ji gotina ‘keştî bi arîze ye’ cidîtir nîn e. Bi tenê zêdetir belge tên xerckirin, hinekê din mewqî û meqam û darazê daxilê nav kar dibin.