Girtiyek xistin hucreya yekkesî, malbat ji ber jiyana wî bi fikar in

Hate diyarkirin girtiyê bi navê Ramazan Karataş piştî ku sirgunî Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliyê hatiye kirin, ew xistine hucreya yekkesî.

Ramazan Karataş 30 sal in girtî ye. Ew ji Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa L’yê bi hinceta “ewlehiya canê te nîne” sewqî Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Ewlehiya Zêde kirin. Hat zanîn ku Karataş li vê girtîgehê xistine hucreya yek kesî. Karataş di pêwendiya telefonê ya dawî de ji malbata xwe re got: “Ji jiyana xwe bi fikar im.” 

Karataş di sala 1993’yan de tê girtin û cezayê muebeda girankirî lê tê birîn. Heta niha li girtîgehên bajarên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol û Balikesîrê maye. Sê sal bûn li Girtîgeha Balikesîrê dihat ragirtin. 

Birayê Karataş, Enver Karataş diyar kir ku li gel kekê wî nexwestiye jî wî bi darê zorê birine Girtîgeha Eregliyê û niha di hucreya yek kesî de radigirin. Enver Karataş anî ziman ku kekê wî di nava girtiyên edlî de bi tundiya derûnî re rûbirû maye û wî jî li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye. 

Karataş anî ziman ku ew bi malbatî ji vê rewşê bi fikar in û wiha got: “Malbata me berê jî bi rewşên wiha re rûbirû ma. Bavê min di sala 1993’yan de hat girtin û ji ber êşkenceya lê hat kirin, nexweş ketibû û piştî hat berdan demek kin şûnve jiyana xwe ji dest da. Heman salê birayê min Alî jî hat destgîrkirirn û ji ber tundiya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. Leşkeran ew destgîr kirin û dotira rojê gotin werin cenazeyê xwe bibin. Birayek min din Ebûbekîr Karataş jî 7 sal di girtîgehê de ma û gotin ‘nexweş e’ û bi êşkenceyê hat kuştin. Ji ber van sedema em ji rewşa kekê min bi fikar in. Em ditirsin ku tiştekî bînin serê kekê min. Çimkî berê tiştên wiha hatin serê me.”