Girtiyê bi nexweşiya giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin
Girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban tevî rapora “nikare bi tena serê xwe bimîne” di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban tevî rapora “nikare bi tena serê xwe bimîne” di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Girtiyên nexweşê giran Emîn Gurban ê ku gelek nexweşiyên wî hene û bi tena serê xwe nikare pêwistiyên xwe yên jiyanî pêk bîne, di 16’ê Kanûnê de bi kelepçeyan ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2’an a Kocaeliyê sirgûnê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê kirin. Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Gurban ê ku nêzî 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2’an a Kocaeliyê tê ragirtin, di 1’ê Kanûnê de ji ber nexweşiya xwe sewqî Nexwşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê kirin, lê bê ku sedema êşên wî tespît bikin dîsa şandin girtîgehê. Piştre Gurban şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê, bijîşkên nexweşxaneyê rapora “nikare di hucreya yek kesî de bimîne” dan, lê tevî vê yekê jî hîna di hucreya yek kesî de tê ragirtin.