Evîn Goyî sala 1977’an li gundê Helal ê navçeya Qileban a girêdayî Herêma Botan a Bakurê Kurdistanê, hatiye dinê. Evîn Goyî sala 1988’an tevlî nava refên PKK’ê bû û bi pêşengiya ji Şoreşa Rojava re kirî, li dijî DAÎŞ’ê şer dike û rûmeta têkbirina DAÎŞ’ê îspat dike. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de birîndar dibe.
Di komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an a li Parîsê qewimî de, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil tên qetilkirin. Hevalê têkoşînê yê Evîn Goyî, Cahîd Hesen û welatparêzên ji Rojava Kurdistanê, têkildarî jiyana Evîn Goyî ji ANF’ê re axivîn.
‘KAR Û XEBATÊN KOMUN Û MECLÎSAN BI RÊ VE DIBIR’
Cahîd Hesen ê sala 2011’an li Başûrê Kurdistanê şehîd Evîn Goyî nas dike, qala pêvajoya naskirina Evîn Goyî kir û wiha got: “Sala 2011’an kurt jî be, şansê min ê dîtina Hevrê Evîn çêbû. Di mehên despêkê yên sala 2016’an de, em li Rojavayê Kurdistanê li heman qadê bûn û me di heman rêveberiyê de cih girt. Bê guman ked û rola hevrê Evîn a di Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mezin e û pêşengî kir. Kar û xebatên TEV-DEM, komun û meclîsan bi rê ve dibir.”
‘CIHÊ XWE DI DILÊ GELÊ EREB Û PÊKHATEYÊN DIN DE DIGIRE’
Hesen da zanîn ku ji ber hevrêyekî civakî bû, di demeke kurt de di dilê gelê Rojava de cih girt û wiha got: “Ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava Ereb û pêkhateyên din de jî cihê xwe girt. Li Rojavayê Kurdistanê ji gundan heta bajaran, rolê pêşengiyê lîst, komun û meclîs bi destê xwe ava kir. Di heman demê de, di xebatên rêxistinkirinê de jî, kedek mezin da. Rolê pêşengiyê yê Hêzên Parastina Civakî jî lîst. Evîn Goyî bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Hevrê Evîn pêşengek bû. Bi hêsanî bu tu kesê re pirsgirêk ne dijiya û her tim guhdar dikir û hewl dida kesê li pêşberî xwe fêm bike.”
‘LI SÛRIYEYÊ JI BO BINGEHEK DEMOKRATÎK, KED DA’
Cahîd Hesen axaftina xwe wiha domand: “Evîn Goyî ji bo hîn zêdetir pêşketina Şoreşa Rojava, bê astek ku mînak bê girtin û çawa ku wê bikare tevkariyek hîn zêdetir li Sûriyeyê li avakirina bingehê demokratîk bike, gelek difikirî, hewldan û keda wê di vî alî de bû. Heta kêliya xwe ya dawîn bi xwîngermî, kelecan û keyfxweşiyek mezin, gav avêt.”
34 SALAN DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE DIBE PÊŞENG
Cahîn qala têkoşîna 34 salan a Evîn Goyî kir û wiha pêde çû: “Xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir. Têkoşînek bê navber. Bê guman pêşengî ji Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Jinê re kir. Pêşengek mezin bû. Tevî ku dawiya sala 2018’an rewşa wê ya tenduristî nebaş bû, rojekî jî ji têkoşînê paşde nema, timî li pêş bû û pirsgirêkên wê yên tenduristî ji bo xebatên wê nebû asteng. Hevrê Evîn li 4 parçeyên Kurdistanê, têkoşîn bi rê ve bir. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jinê bû mînak û bû sembola berxwedanê.”
‘EGER FRANSA KOMKUJIYÊ RONÎ NEKE, HEVKAR E’
Cahîn Hesen bal kişand ser Komkujiya Parîsê ya 2’emîn û wiha pêde çû: “Fransa divê komkujiyê nenixûmîne û heqîqetê ronî bike, çawa ku di qetilkirina şehîd Sara, Fîdan û Leyla de bû hevkarê dewleta Tirk û MÎT’ê, wê bi ronînekirina komkujiya 23’ê Kanûnê jî bibe hevkar. Eger ku komkujî bê nixumandin, Fransa wê ji aliyê gelê Kurd ve weke hevkarê komkujiyê bê binavkirin. Em ê ji bo ku komkujî neyê nixumandin, têkoşînê bidomînin.”
‘XWEDÎ HÊZEK BÛ KU RASTÎ Û ŞAŞITÎ JI HEV CUDA DIKIR’
Welatparêz Kelsuma Eyup jî da zanîn ku, ew Evîn Goyî ji sala 2018’an li Dirbêsiyê nas dike û wiha got: “Timî civîn çêdikirin, şêniyên navçeyê girêdayî hevrê Evîn bûn. Hevrêyek bi nirx bû. Hevrêyek dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin. Kesek bu dikarî bi mezin re bibe mezin, bi zarok re bibe zarok û bi ciwan re bibe ciwan. Rê nîşan dida, hevrê Evîn rûken bû. Ji bo em ji rêya rast dernekevin, hewl dida û xwedî hêzek bû ku rastî û şaşitî ji hev cuda dikir.
Şehîd Evîn gelek caran li mala me maye. Mîna ku li mala xwe, li mala me tevdigeriya. Me mala xwe, dilê xwe ji Evînê re vekir. Mala me ji kerpîçê hatibû çêkirin. Pir ji malên wiha hez dikir. Timî digot ku ew nefesê distîne û qala gundan dikir. Zarokên min jî wê demê pir biçûk bûn û peywendiya wê ya bi zarokan re pir baş bû. 5 zarokên min ji heval Evîn bandor bûbûn. Her tim jê pirs dikirin ku wê kengê were. Di demek kurt te cihê xwe di dilê gel de çêkir. Şehadeta wê em xemgîn kirin. Em ê xwedî li keda wê derbikevin. Em ê şopdarê têkoşîna wê bin.”
‘CESARETA HEVRÊ EVÎN, CESARET DIDA ME’
Evîn Seydo jî da zanîn ku wê sala 2017’an dema ku Evîn Goyî çû mala wan, ew nas kir û wiha dom kir: “Axaftinên wê xwezayî bûn, timî dikeniya. Demên ku nedihat mala me jî, çûba kîjan malê em diçûn gel wê. Ji ber ku me ji guhdarkirina hevrê Evîn hez dikir, hêz dida mirov. Eger jin niha bi hêz bin, li ber xwe didin û pêşengiyê dikin, para hevrê Evîn di vê yekê de mezin e. Cesareta hevrê Evîn, cesaret dida me. Xîtaba wê bi hêz bû, gel bandor dikir û gel dixist tevgerê. Me soz da ku em ê têkoşîna wê bidomînin. Em ê zarokên xwe bi têkoşîna wê mezin bikin. Ji me hez kir, me hembêz kir û hezkirina wê di dilê me de bi cih bû. Em ê bi hezkirina wê, zarokên xwe ji sibeşerojê re amade bikin.”
‘BI BÊDENGIYA XWE, EM PERWERDE KIRIN’
Mihemed Xelef anî ziman ku ew 3 salan bi şehîd Evîn re maye û wiha peyivî: “Zêde ne diaxivî, bi bêdengiya xwe em perwerde dikirin. Bêdengiya wê hînker bû. Xwedî taybetmendiyan bû ku mirov bi partiyê ve girê dida. Jinê pêşengî ji Şoreşa Rojava re kir. Yek ji van pêşengan jî, hevrê Evîn bû. Car din jina pêşeng hat hedefgirtin. Bêdengiya hêzên navnetweyî, îşaret bi komkujî û hevkariyê dike. Banga me ji bo hêzên navnetweyî ye, ji bo gelên têkoşîna demokrasî û azadiyê didine. Divê li dijî kesên Sara û Evîn qetil kirin, kes bêdeng nemîne. Kesên dibêjin, em ji bo demokrasiyê têdikoşin divê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin, eger bimînin wê dora wan jî bê.”