Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bîranîn
Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, di rojbûna xwe de hat bîranîn.
Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, di rojbûna xwe de hat bîranîn.
Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de di êrîşa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hate qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe ya li Kaynaklar a Bûcayê hate bîranîn. Malbata Denîz Poyraz, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên TJA’yê û HDP’ê, nûnerên Jin Bi Hev Re Bihêzin ên Îzmîrê û gelek kes beşdar bûn.
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a li ser gora keça xwe axivî, wiha got: “Ne tenê bi Denîzê bi hemû şehîdan serbilind im. Dema mirovek bi neheqî û bi nemerdane hate kuştin nayê ji bîr kirin. Tu caran ji dilê me dernakeve. Rojbûna te pîroz be.”
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî di darizandina têkildarî komkujiyê de derbarê cezagirtina Onûr Gencer a bi tenê kir û wiha got: “Kesên ev biryar dane şirîkên komkujiyê ne. Dîroka me bi van komkujiyan tejî ye. Li Parîsê jî êrîş kirin. Bi van êrîşan, qetilkirina hevrêyên me û bi sûîkastan hewl didin çokan bi me bidin danîn.”
Pîroglû, destnîşan kir ku êrîşên li dijî HDP’ê û gelê Kurd ji bo pêşîgirtina li siyasetê tên kirin û wiha berdewam kir: “Em ê li hemberî van êrîşan çokan nedeynin, em ê li ser rêya ku hevrêyê me hiştiye berdewam bikin. Ji ber ku dîroka me dîroka berxwedêriyê ye. Niha divê ev faîl bên aşkerakirin. Hêzên li pişt wê û armancên wan ên siyasî divê bên aşkerakirin. Ji ber ku heta ev neyê aşkerakirin, ev welat wê di bin gefa êrîşan de bimîne. Em ê hesab ji kujeran bipirsin û siberoja ronî ya welêt bi hev re ava bikin.”
Bavê Denîz Poyraz Abdulîllah Poyraz jî anî ziman ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî wê li pey şopa şehîdan û Îmraliyê bin û wiha axivî: “Em ê serê xwe li ber dijmin netewînin. Xwîna şehîdan wê li erdê nemine.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Denîz Poyraz nemire” bi dawî bû.