HDP’ê: 2023 wê bibe sala bihara gelan
HDP'ê sala nû pîroz kir û got, "Sala 2023'an wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê."
HDP'ê sala nû pîroz kir û got, "Sala 2023'an wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê."
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar peyama sersala nû weşandin.
Peyama hevserokan wiha ye:
“Li dijî şer û kuştinên ku li cîhanê û li welatê me zêde dibe, li dijî birçîbûn û xizaniyê, li dijî faşîzmê û bêhiqûqiyê, li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bibawer in. Ji sala 2023’an û pê de ji xeynî azadî, aştî, demokrasî û edaletê tu rêyeke din ji bo gelên Tirkiyeyê nîne. Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî hew bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em ê bigihîjin aştî, azadî, demokrasî û bihareke rengîn. Pir hindik maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023’an ji bo gelên Tirkiyeyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin! Serê salê pîroz be!”