ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî kuştina 3 Kurdan a li Parîsê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku komkujiya Parîsê divê teqez bê lêkolîn û got, "Eger qetilkirina Sakîne Cansiz bihata ronîkirin ev komkujî nedibû."

- Hevserokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Huseyîn Bariş û Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan gotin, divê Girtîgeha bi Hejmara 5'an a Amedê bibe muzeya şermê.

- Endama El Bildu ya li Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne û bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo vê zextê li Tirkiyeyê bikin.

- Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr ragihand ku ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê wê di 3 û 7'ê Çileyê de merasîma cenaze û çalakiya şermezarkirinê bêne lidarxistin û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin.