Ji bo çalakiyên di 3 û 7’ê Çileyê de yên li Parîsê bang hate kirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo qetlîama 10 sal berê û ya ku di 23’ê Kanûna 2022’an de pêk hat, wê di 3 û 7’ê Çileyê de merasîm û çalakî werin lidarxistin.

Li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Wê cenazeyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên ku di qetlîama duyemîn a Parîsê de şehîd bûbû, di 3’ê Çileyê de li banliyoyeya Vîllers-le-Belle ya Parîsê merasîmek were lidarxistin û wê cenazeyan bişînin Kurdistanê.

Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez daxuyanî dan û ji bo tevlêbûna bîranîn, meş û mîtîngên di 3 û 7’ê Çileyê de bang kirin. Xanê Akdogan di daxuyaniyê de got “Di 23’ê Kanûnê de li ber Navenda Çandê ya Ahmet Kaya 3 hevalên me hatin qetilkirin. Ji îro pê ve hemû pêvajoyên qanûnî bi dawî bûne û em ê cenazeyan bişînin Kurdistanê. Ji vir em bang li gel û dostên xwe yên li Parîs û derdora wê dikin. Em ê bi merasîmeke bi heybet şehîdên xwe bişînin welat. Em her kesî vedixwînin merasîma bîranînê. Her wiha di 7’ê Çileyê de saet di 10:00’an de li qada li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bên gel hev û meşekê û piştre mîtîngê li dar bixin. Di wê rojê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyê bibin.”

Abdullah Ulmez jî got, “Hemû raya giştî dizane ku gelê Kurd her dem têdikoşe, li maf, hiqûq û azadiya xwe digere.”

Ûlmez got “Kurd wê bersiva pêwîst bidin qetlîaman. Em bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê û hemû dostên gelê Kurd dikin ku di 7’ê Çileyê de roja Şemiyê tevlî vê çalakiyê bibin.”

Merasîma bîranîn û xatirxwestinê ya di 3'ê Çileyê de:

Saet: 12:00

Navnîşan: Palace de Villers, 12 Bis Avenue des Entrepreneurs, 95400 Villers-le-Belle, Fransa