Polîsên Tirk 2 kes birîndar kirin

Polîsên Tirk li Stenbolê bi kêfî li 2 ciwanan xistin û ew bi çekê birîndar kirin.

Doh bi şev li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi giranî birîndar kirin. Polîsan li Taxa Kanarya ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ciwanek ji lingê xwe birîndar kir. Dîmenên êrişê hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan berê çeka xwe daye serê ciwanê navborî. Yek ji kesên ku bûyer dikişand dema digot; “Lê binêre wê guleyê lê bide. Kêliya ku guleyê ber dide bikişîne.” dengê guleyekê hat.

Li Taxa Turgut Reîs a Esenlerê jî polîsan qontaxa çekê li serê ciwanekî xist û bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyan, ciwanê ku navê wî nehat zanîn ji hêla polîsan ve hate destgîrkirin. Li ser vê yekê jî ciwanî nerazîbûn nîşan da û polîsan jî bi qontaxa çekê li serê ciwanî xist û birîndar kir. Yek ji şêniyên taxê ku şahidiya bûyerê kir, got ku ciwan bi giranî hatiye birîndarkirin û piştre rakirine nexweşxaneyê. Ji şêniyên taxê kesekî jî got ku ciwanê behsa xeberê bi kurdî bertek nîşanî polîsan da ye.

Di nava mehekê de polîsan li Stenbolê 3 ciwan kuştin.