ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî qetilkirina 3 Kurdan li Parîsê wê bêne şopandin.
- Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî komkujiya li Parîsê wê çalakî bêne lidarxistin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku 2023 wê bibe saleke tûj û piralî ya têkoşînê û got, "Hem têkoşîn wê bi pêş ve biçe, hem jî ber bi serketin û şoreşê ve gav bêne avêtin."
- Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo sala nû peyamek weşand û hêviya xwe parve kir ku 2023 ji bo gelan, bindestan, jinan û mirovahiyê bibe saleke azadiyê.
- Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê teqez ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û bang li Kurdan kir ku çalakiyên xwe mezin bike.