Dayîkên Şemiyê: Di sala nû de lêgerîna me ya heq û hiqûqê bidome
Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku bi zext û qedexeyan re salek li pey xwe hiştine û got, “Li hemberî daxwazên me 16 hikumet bêdeng man.”
Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku bi zext û qedexeyan re salek li pey xwe hiştine û got, “Li hemberî daxwazên me 16 hikumet bêdeng man.”
Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin di hefteya 927’emîn çalakiya xwe bi rêya înternetê li dar xistin. Dayîkên Şemiyê daxwaz kirin ku di sala 2023’an de sûcên ku heta niha hatine kirin eşkere bibe.
Daxuyanî ji aliyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren Yarici ve hat xwendin.
Yarici destnîşan kir ku bi zext û qedexeyan re salek li pey xwe hiştine û bi bîr xist ku Qada Galatasarayê ku bi salan e lê çalakiya xwe li dardixin ji wan re hatiye qedexekirin. Yarici da zanîn ku îsal hemû çalakiyên wan hatine qedexekirin û di nava salê de bi tundiya polîsan re hatine destgîrkirin û doz li wan hatiye vekirin.
Kesên ku destûra bingehîn piştguh kirine, mafê jiyanê tune dihesibînin, heq û azadiyê ji holê radikin û dijminatiya edaletê dikin divê dev jî wan sêpandinan berdin. Li hemberî daxwazên me 16 hikumet bêdeng man.”
TIŞTÊN KU DIVÊ DI SALA NÛ DE BÊN KIRIN
Yarici anî ziman ku wê di sala nû de lêgerîna xwe ya heq û hiqûqê bidomînin û ji bo sala nû daxwazên xwe wiha rêz kirin.
* Divê dewlet sûcê xwe ya windakirina di destgîrkirinê de qebûl bike û mekanîzmayên ku aqûbeta xizmên me diyar bike, pratîze bike.
* Sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza a Tirk de bi sernavê sûcên li hember mirovahiyê bê sererastkirin.
* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ya li hemberî kiryar û wezîfedarên dewletê yên ku sûc kirine, ji holê bên rakirin û divê li gorî hiqûqa gerdûnî sererastkirinek bê kirin.
* Divê dewlet Peymana Navneteweyî a Derbarê Beriya Windakirinê Parastina Herkesî îmze bike. Ji ber ku ev peyman ji bo cezakirina sûcdaran û her wiha ji bo derketina rastiyan hatiye amadekirin.
*Em bang li serokkomar jî dikin; Berpirsiyariya xwe ya li hemberî me divê hûn bi cih bînin. Dawî li binpêkirina mafên me, bêhiqûqiya li hemberî me û tevahiya mirovahiyê bînin.
Dozên derbarê xizmên windayan li gorî konjonktura siyasî divê bên vekirin, divê li gorî konjonktura siyasî dosya neyên bidawîkirin. Divê hûn ji bo pratîzekirina pergala darazê tevbigirin. Divê bê zanîn ku em bi sebr û hêvî çalakiya xwe ya lêgerîna aqûbeta xizmên xwe bidomînin û em dev jî Qada Galatasarayê ya ku 228 heft ne li me hatiye qedexekirin bernadin."