ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kaya yê 88 salî ku ji sedî 91 astengdar e nayê berdan
Rewşa girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya yê 88 salî ku rapora astengdariya wî ji sedî 91 ye, her ku diçe giran dibe. Kurê wî Îsmaîl Kaya wiha got: “Ji ber şert û mercên girtîgehê bavê min gelek zehmetî dikişîne. Divê bavê min di zûtirîn demê de were berdan." -
Jean Zîegler: Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide têkoşîna PKK’ê
Hevrêyê Che Guevara û Alîkarê Serokê Lijneya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jean Ziegler, bang li civaka navneteweyî kir piştgiriya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a ji aliyê PKK'ê ve tê meşandin, bike. -
ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nûçeyên rojnamevan Gok sûc hatine hesibandin
Îdianameya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" der barê rojnamevan Abdûrrahman Gok de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin. -
HDP’ê bertek nîşanî berdana polîsên êşkencekar da
HDP'ê bertek nîşanî berdana 3 polîsên ku li navçeya Licê ya Amedê li zarokê Kurd ê 14 salî êşkence kirin da û diyar kir ku darazê peyama 'em li pişta we ne' dane polîsên êşkencekar. -
Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê çû serdana Emîne Şenyaşar
Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş çû serdana Emîne Şenyaşar û got “Heta ku lêgerîna edaletê ya li vir bi encam nebe, mirov nikare li welat qala edaletê bike.” -
Li Dayika Aştiyê Turkekûl a 73 salî 6 sal ceza hate birîn
Li Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl a 73 salî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li sê rojnamevanê din doz hate vekirin
Rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar ji ber nerazîbûn nîşanî girtina hempîşeyên xwe yên di meha Hezîranê de hatibûn girtin dabûn, derbarê wan de doz hate vekirin. -
Îdîanameyên derbarê rojnamevan Gok û Orûç hatin şandin
Îdîanameyên derbarê rojnamevan Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûç şandin dadgehê. Her du rojnamevan di dawiya meha Nîsanê de hatibûn girtin. -
Malbat û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin. -
Li Çorlûyê cînayeta kar: Bîrkan Bîngol jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê karkerê bi navê Bîrkan Bîngol ji îskeleyê ket û jiyana xwe ji dest da. Bîngol wê li Wanê were veşartin. -
ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin
Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê bi pankarta "Em ê tecrîdê bişikînin, Kurdistanê azad bikin" tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
Êrîşên Tirkiyeyê li Amedê hatin şermezarkirin
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê, qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma ku li Qamişloyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûnq etilkirin, şermezar kir. -
Beştaş: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, aborî baş nabe
Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê dawî li têkçûyîna aboriyê neyê. -
Şenyaşar: Kesên tevdîr nestendine ji mirina Dakak berpirsyar in
Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar bal kişand ser mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak (12) û diyar kir saziyên dewletê yên ku tevdîr nestendine, berpirs in. -
Girtiyê nexweş ê 84 salî Ozkan dîsa nehate berdan
Daxwaza ji bo berdana girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî careke din hate redkirin. -
FEDA: Êrîşa li ser Rojava li dijî me hemûyan e
FEDA'yê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Rejîma qesrê bi sûîqestê pêşengên gel dike hedef. Êrîşa li ser Rojava êrîşa li dijî me hemûyan e." -
'Edaleta ku dereng were zilm e'
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 822 roj in di Nobeta Edaletê de ne got “Edaleta ku dereng were, zilm e.” -
Xwekuştina jinan polîtîk e
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku xwekuştina jinan polîtîk e û got, "Li pişt van xwekuştinan polîtîkayên desthilatdariyê hene ku jinan xizan dike, dike mexdûrê tundiyê û ji nedîtî ve tê." -
Ji bo dîtina Rêbere Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibîne serlêdan kirin. -
Girtiyan li dijî tecrîd û zextan qawîş şewitandin
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan qawîşa li Bloka Byê 2 caran şewitandin. -
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Mersîn û Stenbolê çalakî lidar xist
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dairkeriyê li Mersîn û Stenbolê çalakî lidar xist. -
KCÊ-E: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava kiryarên DAÎŞ'î ye; pêşî lê bigirin
KCÊ-E'yê destnîşan kir ku DAÎŞ di şexsê rejîma faşîst a Erdogan de şênber bûye û êrîşên li ser Rojava weke kiryarên DAÎŞ'ê pênase kir. Lewma jî bang li saziyên pêwendîdar kir ku bi erka xwe rabin û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigirin. -
ADGB: Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş şermezar kir û got, "Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin."