Abdulalîm Kaya yê di sala 1943 'an de ji dayik bûyî, ji ber beşdarî daxuyaniyek çapemeniyê ya di sala 2008'an de bûyî doz lê hate vekirin. Di encama dozê de di 24'ê Kanûna 2009'an de ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi sûcdariya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û ev cezayê girtîgehê di sala 2011'an de hate erêkirin.
Kaya ku di Cotmeha 2020'an de ji ber nexweşiya prostatê emeliyat bûbû, di 14'ê Cotmeha 2020'an de ji mala ku lê dima, bêyî ku dirûna emeliyata wî bên derxistin hate destgîrkirin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Bursayê.
Tenê gurçikek Kaya kar dike. Kaya yê ku nexweşiyên demans û dil pê re heye, her ku diçe guhê wî giran dibe û çavê wî kêm dibîne.
'DI 88 SALIYA XWE DE JI SEDÎ 91 ASTENGDAR E'
Kurê girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya Îsmaîl Kaya, diyar kir ku dema bavê wî hate girtin kontrolên wî dewam kirine û got ku lê êdî nikare mîza xwe bigire. Kaya, anî ziman ku gava bavê wî ewil li Bûrsayê hat girtin, di hucreyek de hatiye ragirtin û 60 rojan bi tena serê xwe maye û wiha dewam kir, "Di 29'ê Cotmeha 2020'an de li Bursayê dema çûbûm hevdîtina bavê xwe, ji min re gotibû ‘Pirsgirêkên min hene. Lingên min diêşin, peywirdar li min nanêrin.’ Tevî ku nexweşiya wî giran bû jî tavilê nehat berdan. Di 28’ê Îlona 2021’an de rapora bavê min derket û ji sedî 91 astengdar e. Ji bilî nexweşiya prostatê, di guh de kêmbûna bihîstinê heye; ji sedî heştê di guhekî de kerr e. Ji sedî 50 windabûna dîtinê û katarakta çavê wî yê çepê heye. Gurçikek têk çûye û divê tenê bi gurçikekê bijî. Ew ji aliyê norolojîk jî bi demansa sivik ve hate teşhîs kirin. Nexweşiya dil pê re heye û berê anjiyo bûye.”
'DIVÊ RAYA GIŞTÎ HESTYAR BE'
Kaya, anî ziman ku bavê wî ne di wê rewşê de ye ku hewcedariyên xwe bi xwe pêk bîne û wiha got: “Bi alîkariya gardiyanan wî tînin cihê hevdîtinê. Hevrêyên wî yên qawişê hewcedariyên wî pêk tînin. Em jî mîna wî di demên dijwar re derbas dibin, her ku em diçin hevdîtinê birînên kûrtir çêdibe. Ji ber şert û mercên girtîgehê, bavê min gelek zehmetî dikişîne. Ez bang li hemû raya giştî dikim ku ji bo bavê min û girtiyên din ên nexweş hestiyar bin. Divê demildest ew bê berdan. Em di civaka navneteweyî de jî hewldanên xwe didomînin. Ger cenazeyê bavê me ji girtîgehê derkeve her kesê ku bêdeng bimîne berpirsiyar e. Heta niha min dosyaya bavê xwe ji gelek rayedaran re şandiye, lê heta niha ti encam bi dest neketiye.”