Xwekuştina jinan polîtîk e

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku xwekuştina jinan polîtîk e û got, "Li pişt van xwekuştinan polîtîkayên desthilatdariyê hene ku jinan xizan dike, dike mexdûrê tundiyê û ji nedîtî ve tê."

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tevî kêmasiya temsîliyeta jinan a li Meclîsê jî, nûnertiya jinan di Partiya Çepên Kesk de heye.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî temsîliyeta jinan a li Meclîsê, xebatên jinan, kuştina jinan û zextên di demên dawî de zêde bûne ji ANF'ê re axivî. Sayyît da zanîn ku Partiya Çepên Kesk bi rêjeya ji sedî 49 jin ket Meclîsê; koma jinan a meclîsê ya ji 30 parlamenterên jinan pêk tê û berdevkên xwe hene û ev kom wê bi hemû rêxistinên jinan re bi hevkariyeke xurt gotin û daxwazên beşên cuda yên jinan li Meclîsê bîne rojevê.

Sayyîgît bi bîr xist ku partiyên ji kevneşopiyê tên di her wateyê de li Meclîsê dibin dengê jinan û got, “Mînak HDP bû partiya ku herî zêde li Meclîsê behsa jinan kir, pêşniyarname amade kir û civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ber ku yekane partiya ku di meclîsê de koma jinan heye, pergaleke mezin a weke hevserokatiyê ava kir. Partiyeke ku di serdema bûdçeyê de herî zêde jin û xizaniya jinê xist rojeva xwe."

TÊKOŞÎNEK DIJWAR Û BI BIRYARDARÎ

Sayyigît bal kişand ser serdestiya siyaseta zilamsalar tevî zêdebûna parlamenterên jin ên li meclîsê û wiha got: “Sedema herî mezin a vê yekê ew e ku di nava kadroyên îdarî de hema bêje jin tune ne. Weke mînak dema em li partiyên din dinêrin, heyam hene ku serokwekîlên jin qet nebûne. Partiya me yekane partî ye ku vê mekanizmaya ku tenê xizmeta serdestiya mêr dike berovajî dike. Bi prensîba temsîliyeta wekhev ne tenê di Meclîsê de, di hemû astên partiyê de jin di nava rêveberiyê de cih digirin. Dixwazim bibêjim ku em ê di mijarên wekî wekheviya zayendî, xizaniya jinan, kuştina jinan û Peymana Stenbolê de li dijî siyaseta serdest a mêran li Meclîsê bi têkoşîna herî dijwar û bi biryardariyek mezin a jinan bimeşin."

EM Ê HEMÛ PIRSGIRÊKAN BIBIN MECLÎSÊ

Sayyîgît diyar kir ku ev Meclîs ne di wê pozîsyonê de ye ku li ser mafên jinan xebatên xwe bimeşîne û wiha dewam kir, “Em ê bi xwe bernameyên xwe pêk bînin û em ê li her derê fikra rêya 3’yemîn biparêzin. Weke jinên Çepên Kesk, em dixwazin siyaseta ku weke qada mêr a yekdest hatiye dîzaynkirin veguherînin û demokratîk bikin, tevlîbûna jinê ya di nava siyasetê de zêde bikin û siyasetê bi civakî bikin. Em ê rasterast mekanîzmayên siyasetê bi kar bînin ku jin karibin li ser jiyana xwe bibin xwedî gotin û biryar û vîna xwe eşkere bikin. Em ê li ser bingeha demokrasiya berwarî, rasterast qadên jinan ên xweser birêxistin bikin. Em ê vê yekê weke meclîsên li tax, navçe, bajar û navendan xebatên xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ew e ku ji kolan, tax û her qadên ku em lê hene, bi awayekî aktîf, bi bandor û rêxistinbûyî tevlîbûna jinan pêk bînin. Armanca me ew e ku ne tenê weke pêngavek ji bo pêkanîna demokrasiya rasterast li Meclîsê, di heman demê de hemû pirsgirêkên jin û zarokan bînin Meclîsê, çareseriyan bibînin."

BI JINÊN LI WANÊ RE

Sayyîgît destnîşan kir ku, ger rojek jî li Wanê çavdêrî bê kirin, mirov dikare hewcedariya jinan tesbît bike û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ne tenê bi keda xwe bi keda jinên li herêmê re em dikarin bi hevre re biguherin. Em ê li Wanê bi jinan re bi hev re têbikoşin. Tişta ku divê bê kirin ew e ku ji bo xurtkirina hişmendî û aboriya jinan xebat bê kirin. Xebatên min ên ewil dê di vî warî de bin. Dîsa armanca min a bingehîn ew e ku pirsgirêkên jinan bînin meclîsê. Hem kêmbûna qadên jiyanê yên jinan, hem jî xizaniya jinan a li bajêr, hem jî pêşîgirtina li kuştina jinan û mirina bi guman a jinan; îstîsmara zarokan, êrîşên cerdevan, leşker û polîsan ên li ser jinan; pirsgirêkên jinên di girtîgehê de; Mijarên weke polîtîkayên dijminahî ên qeyûman dê mijarên ewil bên rojevê."

ÊRÎŞ HEWLDANEKE VALA YE

Sayyîgît diyar kir ku, bloka desthilatdar rêbazeke ku ji berê heta niha gelek caran hatiye ceribandin, lê encam negirtiye û wiha got: “Armanca wan ew e ku bi zext, destgîrkirin û girtinan gelê Kurd bitirsînin. Lê berovajî vê rêbaz û siyasetê, ev zext veguherî faktoreke ku têkoşîna gel a demokrasiyê mezintir dike. Hevkariya AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê ji bo bandorê li encamên hilbijartinê bike, di nava wan de rojnamevan, hunermend û parêzer jî heyî bi sedan kes bi dosyayên keyfî yên bê bingehên hiqûqî hatin destgîrkirin. Lê dema ku ev operasyon bi ser neketin, piştî hilbijartinê operasyonên zextê pêk anî û lez da destgîrkirinan. Em hemû dizanin ku; ev hewldanek vala ye. Ne gelê Kurd û ne jî partiya me dest ji têkoşînê bernedaye û dê tu carî jî dest jê bernede. Em ê bi hev re bibînin ku ev gotin di hilbijartinên herêmî de çiqas rast e. Hevrêyên me di avahiya partiya me de hatin qetilkirin, bi hezaran hevrêyên me bi neheqî hatin girtin, li dijî partiya me planên hiqûqî xistin derwrê û dosyaya girtinê hat vekirin. Li gel van hemûyan jî em li hemberî polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê rawestiyan; Divê tu kes guman neke ku em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin.”

XWEKUŞTINÊN JINAN NE DOZEKE EDLÎ YE

Sayyîgît da zanîn ku xwekuştinên jinan siyasî ne û wiha axivî, “Bila kes wê cesarete di xwe de nebîne ku beje ev xwekuştin dozên edlî ne. Li pişt van xwekuştinan polîtîkayên desthilatdariyê yên ku jinan xizan dike, dike mexdûrê tundiyê û ji nedîtî ve tê heye. Dîsa li pişt van xwekuştinan desthilatdariyeke heye ku şîdeta mêr teşwîq dike, şîdetê bêceza dihêle, dev ji Peymana Stenbolê berdide ku parastina piralî ya jinan destnîşan dike û karmendên xwe yên ku li bajarên kurdan li dijî jinan sûcan dikin diparêze. Ji ber vê yekê em xwekuştina jinan weke mirina jinan a bi guman pênase dikin. Divê em van mirinên ku bi polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê ku gel bi giştî xizan dike, bi taybetî jinan, îstismarkirina keda jinan û krîza civakî ya ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin, çareser bikin. Divê em aliyê siyasî yê xwekuştina jinan ku weke pirsgirêkeke psîkolojîk rewa dikin derbixin holê. Berê jî parlementerên me ji bo lêkolînkirina sedema mirina jinan a bi guman û peydakirina çareseriyên mayînde gelek bang kirin. Ev bang bi zanebûn bê bersiv hatin hiştin. Sedema xwekuştina jinan ne pêvajoyeke psîkolojîk û ferdî ye, polîtîkayên ku jiyana jinan dike dojeh e. Gotinên ku jinan dixe nava têgînên malbat û namûsê û di jiyanê de bêhn lê diçikîne. Yên ku xizaniya jinê kûrtir dikin û jinan di hemû qadên jiyanê de lewaz dikin ew in. Bi kurtasî ev şeklê jiyana baviksalarî ye ku ji aliyê siyaseta serdest a mêr ve hatiye ferzkirine. Ger tê xwestin ku dawî li van mirinên bi guman bê anîn, divê dev ji hemû polîtîka û pêkanînên ku dibin sedema newekheviya zayenda civakî berdin. Yek hevokeke zayendperest jî ji aliyê siyasetmedarên mêr ve dibe sedema xwekuştina jinan di jiyanê de."