Beştaş: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, aborî baş nabe

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê dawî li têkçûyîna aboriyê neyê.

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîna çapemeniyê çêkir. Beştaş, têkildarê zêdebûna faîzê ku piştî civîna Desteya Polîtîkaya Pere ya Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê hat eşkerekirin, daxuyanî da û got: ‘’Du encamên bingehîn ên zêdebûna faîzê derdikevin holê. Yek jê, li xwe mikur tên ku ev modela bi salan e dixwazin bazar bikin têk çûye. Di serî de Erdogan, bi salan e heman çîvanokê bi me didin guhdarîkirin; ‘faîz sedem e, enflasyon encam e.’”

Beştaşê, wiha axivî: ‘’Bi vê lixwemikurhatinê, mixelefeta me cardin mafdar derxistin. Xwezî we ji serî ve guhdariya me bikira. Xwezî em mafdar derneketina û aborî têk neçûya.’’      

‘BI MILYONAN KES BETAL IN’

Beştaşê, da xuyakirin ku tu biryareke AKP’ê ya di warê aboriyê de bi kêr nehatiye û bi domdarî wiha got:  ‘’Bi tevahî dûrê rastiya cîhanê tevgeriyan. Welatiyên Tirkiyeyê ku bi keda xwe debara xwe dikin, hêj jî xizan dibin. Li bajarên mezin mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn peyde bikin. Kirê hene ku 5, 10 qat zêde bûne. Ji ber vê inyada desthilatdariyê, bi milyonan kes bûne mehkûmê xizanî û sefaletê. Bi milyonan kes betal in.’’

‘PÊŞÎ DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE’

Beştaş, îşaret pê kir ku wê zêdekirina faîzê ji krîza aboriyê re nebe derman û wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Aboriya welêt wê ji vê rewşa têkçûyînê dernekeve. Wê dolar jî hema wisa bi carekê nekeve. Desthilata AKP-MHP’ê, hevkêşe cardin şaş saz kiriye. Li vî welatî heta demokrasî nîn be û edalet neyê duristkirin wê aborî sererast nebe. Heta pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk û aştiyane çareser nebe, wê xizanî û birçîbûn berdewam bin.’’