ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî wê dê bên şopandin.
- Wê çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê bên şopandin.
- Hevrêyê Che Guevara û Alîkarê Serokê Lijneya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jean Ziegler, bang li civaka navneteweyî kir piştgiriya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a ji aliyê PKK'ê ve tê meşandin, bike.
- Rewşa girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya yê 88 salî û rapora astengdariya wî ji sedî 91 ye, her ku diçe giran dibe. Kurê wî Îsmaîl Kaya got: “Şert û mercên girtîgehê ji bo bavê min gelek giran e. Divê bavê min di zûtirîn demê de were berdan."
- Xizaniya ku li Stenbolê tê jiyîn bi taybetî li hin tax û navçeyan her ku diçe eşkere dibe. Kuçuk Pazar (Bazara Biçûk) jî cihekî wisa ye.
- Mamoste Nazîfe Onay ku di doza KESK'ê ya Stenbolê de 7 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn got, “Bi vê biryara ku li dijî mafê me yê darizandina adil hatiye dayîn, tê xwestin mafxwazan bitirsînin.”