Ji bo dîtina Rêbere Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibîne serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibîne serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo karibin muwekîlên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.