Li Dayika Aştiyê Turkekûl a 73 salî 6 sal ceza hate birîn

Li Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl a 73 salî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Doza ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Dayika Aştiyê Hayriye Turkekûl (73) hatibû vekirin, rûniştina wê ya biryardanê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Turkekûl û parêzer Mehdî Ozdemîr tevlî rûniştinê bû.

Dozger daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî, xwepêşandan û grevên birçîbûnê yên Turkekûl tevlî bûn, weke sûc nîşan da.

Heyeta dadgehê jî li gorî nêrîna dozgeriyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Turkekûl birî.