ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ûçar û Bûldan cejna gel pîroz kirin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan cejna gel pîroz kirin. -
Mal û wargehên faşîstan hatin şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Esenyûrt û Kagithaneyê warên faşîstên AKP-MHP'î hatine şewitandin. -
Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 44'an de ye
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe. -
Hevseroka KESK'ê: Zêdekirina mûçeyên karmendan ji niha ve bê kêr bû
Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl anî ziman, zema ku tê payin di meha Tîrmehê de ji bo kedkarên cemaweriyê bê kirin, hîn neketiye bêrîka kedkaran ji niha ve bêwate bûye. -
ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Sîstema Îmraliyê ne bi tenê Kurdan, hêzên demokratîk hemûyan dike hedef'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî tê kirin. -
ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdana Demîr cara duyemîn 3 mehan hate taloqkirin
Berdana Asim Demîr ê 20 sal in girtî ye, bi gotina “ne poşman e” 2 caran hate taloqkirin. -
Li Colemêrg û Stenbolê serdana gorên şehîdan hatin kirin
Li Colemêrg û Stenbolê di roja ewil a Cejna Qurbanê de serdana gorên şehîdan hatin kirin û peyama, “Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin” hate dayîn. -
Li Bazîdê gorên gerîlayan hatin texrîbkirin
Kêlên gorên gerîlayên HPG’ê yên li Goristana Bajar a Koçkiranê bi boyaxên spreyê hatin texrîbkirin. -
Komkujiya Roboskiyê: Heta ku em edaletê pêk tînin, em ê bi rehetî nerazên
Di 138’emîn meha Komkujiya Roboskiyê de, li Enqereyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Heta roja ku em edaletê pêk bînin, em ê bi rehetî ranezên.” -
Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê li wesayîta zirxî xistin
Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê di salvegera şehadeha şehîd Zîlan de, li wesayîta zirxî ya dewleta Tirk xistin. -
Milîsên KBDH'ê agir berdan tankên LPG'ê
Milîsên KBDH'ê ragihandin ku di salvegera şehadeta gerîlaya PKK'ê Zîlan de li Tarsûsê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirine. -
Vedat Aydin ê berî 32 salan hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin bi wesîleya Cejna Qurbanê li ser gora xwe ya li Amedê hat bîranîn. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDK’ê bertek nîşanê tecrîdê û girtina Yanardag da
HDK’ê diyar kir ku girtina rojnamevan Merdan Yanardag nehiqûqiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan daye, nabe ku mirov qebûl bike û got: “Di şexsê Abdullah Ocalan de, azadiya gelên Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk tên tecrîdkirin.” -
Kesên di Komkujiya Madimakê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn
Platforma Ked û Demokrasiyê, ji bo 35 kesên ku di sala 1993'yan de li Otêla Madimakê hatin qetilkirin, li Kolana Yuruyuş Yolûyê ya li Şîrînevlerê daxuyaniyek da. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo balê bikişîna ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser twîtterê hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin da destpêkirin. -
Partiya Çepên Kesk û HDP: Li dijî tecrîda mutleq û girtina Yanardag em dengê xwe bilind bikin
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, têkildarê nehiqûqiya li dijî rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber bal bir ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û li dijî tecrîdê bang li her kesî kir ku dengê xwe derxe. -
Rojnamevan Merdan Yanardag hate girtin
Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag ku ji ber tecrîda li Îmraliyê rexne kir hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
Li Amed û Îzmîrê serdanên goristanan hatin kirin
Di erefeya Cejna Qûrbanê de malbat û xizmên şehîdan li Amed û Îzmîrê serdana gorên şehîdan kirin. -
YPS'ê li Antalyayê li dijî tecrîdê 8 wesayit şewitand
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delal Amed a YPS'ê ragihand ku li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê 8 wesayitên 'hevkarên rejîma faşîst' şewitandine. -
HDP û Partiya Çepên Kesk Cejna Qurbanê pîroz kirin
HDP'ê û Partiya Çepên Kesk bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke hevpar weşandin û cejn pîroz kirin. -
KCK'ê Cejna Qurbanê li tevahiya Misilmanan pîroz kir
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cejna Qurbanê li tevahiya alema Misilman pîroz kir û bang li hemû gelan kir ku li dijî dewleta Tirk a înkar û qirker bi awayekî rêxistinbûyî têkoşînê bikin. -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.