ROJANE
Hemû Nûçe
-
Lozan û mafê parastina bi zikmakî ku tê binpêkirin
Peymana Lozanê, nivîsarek e ku mafê parastina bi zimanê zikmakî nas dike. Kurdan, ev maf bi grevên birçîbûnê sala 2013’an bi qanûnan mîsoger kir. Dewleta Tirk îdia kir ku ev maf bi tenê ji bo neteweyên kêmar e. -
Ok: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê didin Rêbertî
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bê navnîşan dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şenyaşar: Edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ragihand ku ger di rûniştina 18’ê Tîrmehê de biryareke adilane neyê dayîn, wê nobeta edaletê bibin Enqereyê. -
Turkdogan: Polîtîkaya şer krîza aborî kûrtir dike
Hevsrokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de axivî û bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got: “Her çiqas îktidar bêje şer jî em ê bêjin aştî.” -
Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî
Dewleta Tirk a dagirker hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî şand herêmên baregeha leşkerî û qereqolên li navçeya Çelê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. -
Lêgerîna tazî û êşkence li kesên destgîrkirî hate ferzkirin
Pêkhateyên Komîteya Amadekar a Sarigaziyê ragihand ku kesên 2'ê Tîrmehê di bîranîna Madimakê de hatin destgîrkirin, kiryarên kepçekirina ji pişt ve, lêgerîna tazî, tundiya fîzîkî û sîxurî hatine ferzkirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Hejmara nû ya Stêrka Ciwan derket
Hejmara nû ya Kovara Stêrka Ciwan bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixînin” derket. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ev hevrêyên me yên ku milîtanên Apoyî bûn, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û tevlî nav karwanê nemiran bûn.” -
Ji bo Erdogan diyariya NATO’yê
Hikumeta Yewnan beriya civîna NATO'yê kampa Lavrîoyê girt. Kampa ku bi piştevaniyê li ser piyan bû, bi serdegirtina polîsan hate girtin. Kurdan operasyon şermezar kirin û gotin, kamp di encama bazariya bi Tirkiyeyê re hatiye girtin. -
Di çandiniyê de jî rejîma yekzilamî
Tirkiye ku li cîhanê di enflasyona xurekê de di rêza 10’emîn de ye, polîtîkayên xwe yên çandiniyê di rêjeyeke mezin de kir navendî. Ridvan Tûran ê HDP'y’î diyar kir ku çandiniya bi plan jî girêdayî rejîma yekzilamî ye û polîtîkayên çandiniyê rexne kir. -
Lozan di heman demê de qirkirina jinê ye
Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê di heman demê de ji bo jinan tê wateya qirkirinê. -
ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd: Pêwîstî bi peymana civakî heye
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş got, “Pêwîstiya me bi peymana civakî û demokrasiyê heye.” -
Parêzeran ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
Çalagan: Tecrîda Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan got, "Em ê rêxistiniya xwe ya jinê mezin bikin û tevnên xwe yên têkoşînê hîn berfireh bikin." Çalagan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike. -
Li Colemêrgê 7 kes hatin destgîrkirin, li Stenbolê girtin ser avahiya HDP’ê
Hêzên dewleta Tirk li Colemêrgê girtin ser malan û 7 kes destgîr kirin. -
Yavuzê ku piştî 30 salan hat berdan: Ya ku me ser piyan digire berxwedan e
Nebî Yavuz ê ku 30 sal û 6 meh di destê dewleta Tirk de dîl hatibû ragirtin hat berdan got, " Têkoşîna me bi saya ked û berxwedana gel didome. Tişta ku li girtîgehê em li ser pêyan girtin jî hêvî û bawerî bû.” -
'Divê em bikin ku dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin'
Nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li her derê dewam dikin û got, "Divê em belgeyên li ber destê xwe eşkere bikin û bikin ku dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin." -
Rê û rêbazeke tecrîdê: Nav û fikir bide jibîrkirin
Dewlet, fikir û pêşengên şoreşger ne tenê bi çekê tune dikin, ji bo karibin têkiliya wan a bi civakê re qut bikin, hewl didin navê pêşengên şoreşger jî bidin jibîrkirin, yan jî naverokê bidin valakirin. -
Kareem: Kurd ji bo yekîtiya neteweyî dereng jî mane
Nûnerê YNK'ê Newzad Kareem got, li çar parçeyên Kurdistanê dibe ku partiyên cuda yên siyasî hebin, lê belê dema mijar yekîtiya neteweyî be divê her kes bi hev re tevbigere. Kareem diyar kir ku Kurd ji bo yekîtiya neteweyî dereng jî mane. -
ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Tahîr Elçî: Daraza Tirk rastiyê vedişêre
Di doza Tahîr Elçî de dadgehê daxwaza kifşa li cihê bûyerê û guhdarîkirina polîsên îstîxbaratê red kir. Parêzeran diyar kir ku li Tirkiyeyê baweriya bi darazê kêm bûye. -
400 fezlekeyên di der barê parlamenterên HDP'ê yên berê de, şandin dozgeriyê
Fezlekeyên parlamenterên ku bi piraniya wan parlamenterên HDP’ê ne yên serdema 27’emîn ku parêzbendiya wan hat rakirin şandin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.