Hejmara nû ya Stêrka Ciwan derket

Hejmara nû ya Kovara Stêrka Ciwan bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixînin” derket.

Kovara Stêrka ciwan di sala 1994’an de dest bi weşanê kir. Hejmara 242’emîn a kovarê derket. Di vê hejmara kovarê de nivîsên bi Kurdî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi sernava “Pirsgirêka Desthilatdarî û Dewletê” û “14’ê Tîrmehê Gaveke Mezin Bû” hene.

ROL Û MÎSYONA KU DIKEVE SER MILÊ CIWANAN

Di beşa perspektîfê ya kovarê de, Komîteya Rêveber a Xwe Biparêze li dijî hemû êrîşên sîstemê banga “Xwe Biparêze” kir.

Di nivîsa Koordînasyona TêkoJIN’ê de jî qala girîngiya pêngava “Jin Jiyan Azadî, Serbixwe Azadî” hat kirin û têkildarî rolê jinên ciwan nirxandin tê kirin.

JI BO BÎRANÎN ŞEHÎDÊN AZADIYÊ

Bi beşa bîranînê ya kovarê de, nivîsên hevrêyên têkoşînê yên Fermandarê Mezin Baran Mawa û şehîdê enternasyonalîst Şiyar Gabar ku 9’ê Tîrmeha 2018’an li Gabarê şehîd bû, hene.

LI SER BINGEHÊ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ PARASTINA CEWHERÎ

Di beşa nirxandinê de nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernava “Bêyî Parastina Cewherî Hebûn û Azadî Nabe” heye. Di nivîsê de bang li gelê Kurd, kesên bindest, gelan, jinan, ciwan û hêzên demokratîk tê kirin ku li dijî êrîşên faşîst û qirker rabin.

Di nivîsên din ên di beşa nirxandinê de, bersiva ku li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî “Divê Parastina Cewherî Çawa Be” heye. Rojenivîsa şehîd Zeryan Denîz Amed ku di berxwedana Rêveberiya Xweser de şehîd bû, di vê hejmara kovarê de bi rengê beş bi beş dest bi weşana wê hat kirin.

Her wiha têkildarî Stêrka Sor a Ciwanan Alî Çîçek jî ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de cih girtiye, nivîsek hatiye nivîsîn.