ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji Meclîsa Neteweyî ya Suryaniyên li Ewropayê Sleymûn Elber Rhawî diyar kir ku bi saya têkoşîna Kurdan ji komkujiyan tecrûbe hatine girtin û anî ziman ku Kurd dikarin ji nû ve bibin pêşengê gelên vê erdnîgariyê.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bê navnîşan dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

- Dadwerî û rêveberiya Tirk doza Vartînîsê ya ku di 3’ê Cotmeha 1993’an de ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin, ber bi demboriyê ve dibin.

- Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmeha 2015’an de di salvegera Lozanê de êrîşên hewayî li dijî qadên gerîla pêk anîbû û bûbû sedem ku pêvajo bi dawî bibe.

- Îbrahîm Saîd ku li gundê Tallo yê Tatosê ji dayik bûye, piştî ku tevlî berxwedana bi pêşengiya Şêx Saîd dibe, jiyana wî vediguhere serpêhatiyeke ecêb.