Li Colemêrgê 7 kes hatin destgîrkirin, li Stenbolê girtin ser avahiya HDP’ê
Hêzên dewleta Tirk li Colemêrgê girtin ser malan û 7 kes destgîr kirin.
Hêzên dewleta Tirk li Colemêrgê girtin ser malan û 7 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin polîsên dewleta Tirk li Colemêrgê li hin taxan girtine ser malan.
Di serdegirtinan de Fatma Dûrmaz (65) û kurê wê Ahmet Dûrmaz jî tê de 7 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê û hate diyarkirin hevdîtina bi parêzeran heta 24 saetan hatiye qedexekirin.
STENBOL
Li Stenbolê jî polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya li Esenyûrtê. Sibehê dema ku HDP’yî çûn avahiya navçeyê vekin, rastî polîsan hatin. Polîsan derbarê lêgerînê tu hincet nîşan nedan. Hate ragihandin ku polîsên Tirk deriyê avahiyê şikandine û dest danîne ser gelek wêneyan.
Piştî vê serdegiritna kêfî û talanê polîs ji avahiya HDP’ê derketin.