NÛ BÛ

Doza Tahîr Elçî: Daraza Tirk rastiyê vedişêre

Di doza Tahîr Elçî de dadgehê daxwaza kifşa li cihê bûyerê û guhdarîkirina polîsên îstîxbaratê red kir. Parêzeran diyar kir ku li Tirkiyeyê baweriya bi darazê kêm bûye.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Elçî doz hatiye vekirin. Rûniştina 7’emîn a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji sûcê “kuştina bizanebûn û biqisûr” tên darizandin. Ev polîsên bersûc ji bajarên lê polîsiyê dikin bi rêya SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn.

Malbata Elçî, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, CHP, Yekitiy Baroyên Tirkiyeyê, parêzerên baroyên Parîs, Rotterdam, Lion û endamên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê beşdarî rûniştinê bûn. Her wiha gelek parêzerên endamên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê jî rûniştin şopandin.

Serokê dadgehê diyar kir ku hê jî Ûgûr Yakişir ku ji bûyerê bi cezayê meubeda girankirî negirtî tê darizandin nehatiye girtin. Her wiha dadgehê diyar kir ku hê jî rapora dîmenên Mardin Kapi Kebapevî ku kêliya bûyerê girtine ji TUBÎTAK’ê hê nehatiye.

Dadger ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend. Paşê jî li xwediyê Mardîn Kapi Kebapevî Cîhan Elhakan hat guhdarîkirin. Elhakan diyar kir ku kamerayên li kargeha wan hemûyan nava dikanê diditîn û kamerayên ku kuçeyê diditîn nebûn û kamerayên wan derveyî dikanê dibînin tune ne. Elhakan da zanîn ku dikana wan di 2012-2013’an hatiye vekirin û bi tu awayî kamera nehatine jêkirin.

Parêzeran têkildarî kuştina Elçî pirs ji Elhakan kirin. Elhakan anî ziman ku wî kêliya qetilkirina Elçî nedîtiye û wê kêliyê li mitbexê dixebitî.

Di berdewamiyê de parêzeran têkildarî hûrguliyên bûyerê pirsan ji Elhakan kirin û wî jî bersiv da.

Parêzeran parastin ango axaftinên xwe domandin. Parêzeran di rûniştinê de xwest ku li cihê bûyerê kifş were kirin û li polîsên endamên îstîxbaratê ne werin guhdarîkirin.

Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û daxwazên parêzeran bên redkirin.

Dadgehê daxwazên parêzeran red kir. Dadgehê biryar da ku li benda rapora heyeta pispor a ku wê TUBÎTAK der barê dîmenên kêliya bûyerê de amade bike were sekinandin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser polîsên bersûc berdewam bike. Dadgehê rûniştinek din a dozê taloqî 29’ê mijdarê kir.

Piştî rûniştinê, parêzeran li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan.

Baroya Amedê, baroyên herêmê, endamên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Partiya Çepên Kesk, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî, Parlamentera CHP’ê Turkan Elçî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû tev li daxuyaniyê bûn.

HÊVIYA KEŞFÊ

Di daxuyaniyê de ji ewil ji parêzerên dozê Tugçe Duygu Koksal axivî. Koksal got ku di rûniştinê de hêviya wan a keşfê heye lê hatiye redkirin û ev hêviya wan ji bo rûniştineke din ma.

‘DOZGERIYÊ BERPIRSYARTIYA XWE PÊK NAYÎNE’

Ji parêzerên Weqfa Tahir Elçî Mûrat Tîmûr jî wiha got: “Bi sala ye em dibêjin ku ev rûniştinê bi 3 bersûcan nadome. Beriya niha me li gel hempîşeyên xwe yên din ên dosya dişopandin, têkildarî Îstîxbarata Amedê û TEM’a Amedê çendek serlêdanên sûc kirin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tu tiştekî nake û daxwaza me dide sekinandin. Ji bo di vê dosyayê de heqîqet derkeve holê dê têkoşîna me bidome. Di dosyaya Tahîr Elçî de jî polîtîkaya necezakirinê heye. Di rapora Lijneya Teftîşê ya Wezareta Karên Hundir de me diyar kiribû ku gelek girîng e li şahidan, polîs û sermifetîşên milkiyeyê were guhdarîkirin. Ev daxwaz îro jî hatin redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo heqîqet derkeve holê berpirsyartiya xwe pêk nayîne.”

‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku rêxistinên hiqûqê û hinek partiyên siyasî şahidiya danişînan dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku li Tirkiyeyê baweriya bi darazê kêm bûye. Heke rûniştin li eywanên mezin û bi tevlêbûna bi sedan bi hezaran parêzeran were şopandin, ev tê wê wateyê ku baweriya bi darazê kêm e. Daxwaza anîna delîlên dê heqîqetê derxîne holê tê kirin lê ev daxwaz tê redkirin. Di biryarên navberê de em vala hatin derxistin ku weke em ji bo eywaneke vala axivîbin. Ji bo rastiya madî derkeve holê, hewcehî bi îradeyeke siyasî ya xurt heye. Heta ku ev doz ji her alî ve ronî dibe, dê têkoşîna me bidome.”

‘EM Ê DOSYAYÊ BIŞOPÎNIN’

Li ser navê TBB’ê jî Nîzam Dîlek axivî û got ku ji bo dosyaya Elçî bi necezakirinê bi dawî nebe dê heta dawiyê dosyayê bişopînin.

Seroka Baroya Dersimê Fatma Kalsen jî destnîşan kir ku xwestin beşdarî dosyayê bibin lê ev daxwaz hatiye redkirin. Bi domdarî Kalsen got ku ev doz ne 8 sal lê 80’ê salan jî bidome, heta rastiya madî derdixînin holê dê têkoşîna xwe bidomînin.

BANGA DARIZANDINEKE BIBANDOR

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî diyar kir ku heta niha şahidiya darizandineke adilane nekirine û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê daxwazên beşdaran ên ji bo derxistina rastiya madî red dike. Biryarên navberê jî di nav de, me nedîtiye ku dadgehê darizandineke adilane kiribe Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin.”

Serokê Baroya Tekîrdagê Egemen Gurcun jî daxuyand ku di dozê de hêj tu pêşketin nînin û dê heta dawiyê dozê bişopînin.