Ji bo Erdogan diyariya NATO’yê

Hikumeta Yewnan beriya civîna NATO'yê kampa Lavrîoyê girt. Kampa ku bi piştevaniyê li ser piyan bû, bi serdegirtina polîsan hate girtin. Kurdan operasyon şermezar kirin û gotin, kamp di encama bazariya bi Tirkiyeyê re hatiye girtin.

Kampa Lavrîo ku piştî dehan salan cara yekem bi hezaran şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî lingê xwe lê danîbûn, di çîrokên xwe yên sirgûnê de “rêxistinbûna xwe” parastibûn, bi êrîşa tinekirinê re rû bi rû ma. Kampa Lavrîo ku di sala 1947'an de bi navê "Kampa Koçberan" hat avakirin, piştî derbeya 12'ê Îlona 1980'an, bû cihekî ku ji du blokan pêk tê û bi giranî sirgûnên ji Kurdistan û Tirkiyeyê lê dijîn.

Kampa Penaberan a Lavrîoyê ku cihekî dîrokî, bîrewerî û navendeke hevgirtinê ye, di 5’ê Tîrmeha 2023’yan de bi beşdariya sedan polîs rastî operasyona leşkerî hat. Polîs bi şikandina derî û pencereyên kampa ku piranî penaberên Kurd lê dijîn ketin hundirê kampê û jin û zarok jî di nav de zêdetirî 50 penaberên Kurd bi darê zorê ji kampê derxistin û ji bo veguhestina kampên din ew destgîrkirin.

WAN 60 KÎLOMETRE BIRIN DERVEYÎ BAJÊR

Piraniya penaberên Kurd ên hatine destgîrkirin, veguhestin Kampa Înofîton (Oinofyta) ku kargehek berê ye û 60 kîlometre dûrî Atînayê ye. Di sala 2021’an de me ev kampa ku penaberên Kurd ên ji Rojava tê de “girtî” ne û şert û mercên jiyanê xirabe xistibû rojevê. Di axaftinên me yên li gel berpirsên kampê de, em hîn bûn ku kamp tenê ji bo penaberên Kurd hatiye veqetandin.

Ev kampa ku li kêleka otobanê ye, ji niştecihbûnê û veguhastina giştî dûr e, nîşan dide ku desthilatdarên Yewnan îzolekirina penaberên Kurd ên li Lavrîoyê, paralelî polîtîkayên xwe yên penaberiyê ji civakê dûr dihesibînin.

‘OPERASYONEKE LEŞKERÎ YE’

Leyla ya ku bi serdegirtina Lavrîoyê anîn vê kampê ya li derveyî bajêr, anî ziman ku berovajî daxuyaniyên polîs û rayedarên Yewnanistanê, operasyoneke leşkerî li dijî wan hatiye kirin, ne operasyona derxistina mirovî.

Leyla ku bi 3 zarokên xwe û hevjînê xwe re ji ber zextên dewleta Tirk bi qasî salekê hat Yewnanistanê, der barê Kampa Lavrîo de got, “Heta niha min xwe wek penaber li wir hîs nekir. Hem ji aliyê çandî û hem jî di aliyê civakî de ez ne bi tenê bûm. Ew wargeheke kurdan bû. Me wir mîna malê xwe didît û xwedî derdiket. "

BI SEDAN POLÎS JI BO 30-40 KESÎ

Leyla diyar kir ku, polîs saet derdora 05.00’an de ketine hundir û wiha got: “200-300 polîsan dora kampê girtibû. 10 polîsên bi çekên giran ketin odeyê. Berê çekan dan me. Du keç û kurekî min hene. Keçên min 4 û 5 salî ne. Ew ê çawa vê travmayê derbas bikin? Zarokên min pir tirsiyan. Min xwest keça xwe bixapînim û ji bo çekan bibêjim “pêleystik” lê zarok vê yekê ji Tirkiyeyê dizane. Li wir jî me bûyerên wiha jiya. Zarokên min tiştên ku qet heq nekirine dîtine. Çavê me li hevrê û dostên me ketin. Destê wan ji paş ve kelepçekirî bûn. Em bi temamî bêçare man. Ji bo 30-40 kesî bi sedan polîs li hev kom kirin."

WÊ NEGIHÊJIN ARMANCÊN XWE

Leyla di berdewamiya axaftina xwe de ev operasyon weke “komplo” nirxand û got, “Nehiştin em cilên xwe jî biguherînin. Li cihê ku em ji Tirkiyeyê hatibûn jî heman muamele li me hat kirin."

Leyla amaje bi wê yekê jî kir ku operasyon encama hewla belavkirina penaberên Kurd ên rêxistinkirî û yekgirtî yên li Lavrîo ye û got ku, "Ew difikirin ku bi vî awayî dê hevrêtiya me bi dawî bikin, lê ev yek ne pêkan e."

ENCAMA BAZARIYA BI TIRKIYEYÊ RE

Penaberê Kurd Welat diyar kir ku ji rayedarên wezaretê û şaredariyê heta îstîxbarat, çewîk, antî-teror, operasyonên taybet û yekîneyên polîsên sivîl bi bergên şexsî hemû rayedarên Yewnanistanê tevlî operasyonê bûne û anî ziman ku bi saetan beriya operasyonê dor li bajêr hatiye girtin û saet di 5'an de ketine kampê. Welat, anî ziman ku polîsan pêşî bi kûçikek nobedar ji kampê derdixin û gotinên rayedarên Yewnanistanê yên "penaber bi xwesteka xwe hatine derxistin" derewand.

Welat bal kişand ser hevdîtinên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de, anî ziman ku hikûmeta Yewnanistanê li gorî daxwaza dewleta Tirk tevgeriyaye û ev operasyon jî ji ber vê sedemê pêk hatiye. Her wiha Welat got ku Tirkiye di polîtîkayên YE û Yewnanistanê yên li ser sînorê penaberan de Kurdan weke şantajê bi kar tîne.

BER BI PARLAMENTÊ VE MEŞIYAN

Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Yewnanistanê (DKTM) jî daxuyaniya Wezareta Penaberî û Îlticayê ya Yewnanistanê ya ku dibêje kampa penaberan a li Lavrîo bi dildarî vala kirine derewand û diyar kir ku kamp bi zorê ji aliyê polîsan ve hatiye valakirin. Li aliyê din DKTM, operasyona polîsan a li dijî kampa Lavrîoyê li navenda Atînayê bi çalakiyekê protesto kir. Girseya ku li Propylaea kom bû, li Syntagmayê heta Parlamentoya Yewnanistanê meşiyan.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku ev operasyona beriya Civîna Bilind a NATO'yê ku wê di 11-12'ê Tîrmehê de pêk were, di encama bazirganiya bi dewleta Tirk û NATO'yê re pêk hatiye, pankarta bi nivîsa "Ji bo Lavrîo deng” hat hilgirtin.

Her wiha danê êvarê jî penaberên kurd ên ku ji bo kampa Înofîton (Oinofyta) hatibûn veguhestin jî êrîş û operasyona ku li wan hat kirin protesto kirin.

BI PIŞTEVANIYÊ SER PIYAN DIMA

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Penaberên Siyasî yên Kurd re li Lavrîo di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku dewleta Yewnanistanê ji sala 2017’an ve dixwaze kampê vala bike. Înîsiyatîfê da zanîn ku Xaça Sor bi salan e ji kampê vekişiyaye, erzaq û hemû desteka dewletê rawestiyaye û got ku tevî hemû êrîşan jî 6 sal in kamp bi piştevaniyê ser piyan dima. Înîsiyatîfê diyar kir ku, hikûmeta nû daxwazên Erdogan pêk anî û got, “Biryar da ku vê kampa ku Tirkiye bi salan weke "hêlîna terorîstên PKK'ê" pênase dikir, bigire. Şaredarê Lavrîoyê bi salan e ji bo derxistina penaberên Kurd çi ji destê wî tê dike.”