Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî şand herêmên baregeha leşkerî û qereqolên li navçeya Çelê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Ji 17’ê Nîsana 2022’yan heta niha dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê êrîşan dike. Liv û tevgera ser sînor zêde bû. 

Di nava çendek rojên dawî de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku li ser sînor e, liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. 

Di heman demê de ji navçeyên Gever, Şemzînan û Rûbarokê jî her roj ber bi sînor ve sewqiyat tê kirin. Di demên dawî de ji qereqolên li Wanê ber bi sînorê Çelê ve gelek leşker hatin veguhestin. 

Hat zanîn ku leşker li baregehên leşkerî yên gundê Serê Sevê, Ertuş û Bilêcanê hatine bicihkirin. 

Di heman demê de bi TIR, kamyon û wesayîtên veguhestinê jî gelek teçhîzatên leşkerî birin herêmê. 

Li hêla din, hatin zanîn ku ji bo cerdevanan nivîsa “operasyonê” hatiye şandin. Tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşeke nû van amadekariyan dike.