Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Zêdeyî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li herdu saziyan dan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.
Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin lê bersivê nikarin werbigirin.