ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kedkar li hemberî krîza aboriyê daketin qadan
Kedkaran daneyên TUÎK’ê yên li ser enflasyonê û krîza ekonomîk protesto kirin. -
Polîsên Iraqê li ciwanekî Êzidî xistin
Li Nehiya Tilezêr a ser bi Şengalê, 3 polisên Iraqê li ciwanekî xistin. -
Cenazeyê Halîde Dundar hat veşartin
Rêvebera DDKAD’ê Halîde Dundar ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin. -
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Piraniya binpêkirinên li dijî rojnamevanan, li Hewlêrê pêk hatine
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku di şeş mehên vê salê de 80 rojnamevan rastî binpêkiririnan hatine û 22 rojnamevan hatine girtin. -
Li gorî ENAG’ê enflasyona li Tirkiyeyê 108,58
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) diyar kir ku enflasyona li Tirkiyeyê 108,58 e. TUÎK’ê jî îddîa kiribû ku enflasyona salane daketiye ji sedî 38,21. -
Banga sendîkabûyînê li xebatkarên firoşgeh û marketan hate kirin
Li Tirkiyeyê xebatkarên firoşgeh û rêze marketan di nava şert û mercên giran û ne ewle de bi mûçeyekî kêm têne xebitandin. Ji Magaza-Market-Senê Nebîl Sarikaya bang li karkeran kir ku tevlî sendîkayê bibin. -
Asim Demîr nayê berdan
Hediye Demîr diyar kir ku berdana hevserê wê Asim Demîr ê 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hatiye taloqkirin û xwest, girtiyên ku cezayê wan qediya ye bêne berdan. -
Çîftyurek: Wezareta Edaletê divê li ser tecrîdê daxuyaniyê bide
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek bang li Wezareta Edaletê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide. -
ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Divê hemû raporên CPT’yê eşkere bibin’
Saziyên civakî yên sivîl û hiqûqzanan ku bi boneya Roja Piştevaniya Bi Yên Êşkenceyê Dibînin Re daxuyanî da, daxwaza bidawîbûna êşkenceya li welêt û eşkerebûna hemû raporên CPT’yê kir. -
Partiya Çepên Kesk: Em li dijî feraseta Qetlîama Sêwasê bên ba hev
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ku têkildarê Qetlîama Sêwasê li meclîsê daxuyanî da, diyar kir ku sûcbara qetlîamê dewlet e û got: “Divê em bên ba hev û têbikoşin.” -
Gulerê DAÎŞ’î: Dewletê Qetlîama Pirsûsê kir
Kasim Gulerê DAÎŞ’î ku di doza Komkujiya Pirsûsê lê hat guhdarkirin, got: “Hinekan got, dewletê komkujî kiriye. Min wisa bihîst.” -
Aslan ê 30 sal û 6 meh şûnve ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
Nivîskarê girtî Yaşar Aslan ê 30 sal û 6 meh şûnve ji girtîgehê derket, li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. -
Akin: Ji bo wekhevî û azadiyê, divê destpêkê tecrîd bê rakirin
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin wiha got: “Eger hûn azadî û wekheviyên dixwazin, divê destpêkê hûn dest ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin.” -
Milîsên HBDH'ê li Mûglayê çalakî kirin
Milîsên HBDH'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê li Mûglayê depoya otelekê şewitandin. -
'Dema mijar dibe Kurd muxalefet ji AKP'ê xerabtir nêzîk dibe'
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît muxalefeta li Tirkiyeyê rexne kir û got, "Dema ku mijar pirsgirêka Kurd, pirsgirêka azadî û hebûnê ya Kurdan be, ji AKP'ê xerabtir dibin." -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Şahidê hovîtiya li zindana Amedê Mehmet Çat jiyana xwe ji dest da
Mexdûr û şahidê hovîtiya li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê Mehmet Çat ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. -
Rojnamevan Kadîr Bayram hate destgîrkirin
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser malekê û rojnamevan Kadîr Bayram destgîr kirin. -
Li Hatayê li cihê negucav wê avahî bê lêkirin
Şaredariya li navçeya Samandag a Hatayê, plana avahîdanînê ya ku beriya erdheja 6'ê Sibatê amade kiribû, bêyî ku guhertinekê tê de çêbike careke din pêşkêş kir. -
Aygul: Ev welat li rojnamevanan bûye mîna dojehê
Rojnamevan Sînan Aygul bal kişand ser zor û zehmetiyên rojnamegeriya li Tirkiye û Kurdistanê û got, "Mixabin ev welat ji bo rojnamevanan bûye mîna dojehê." -
ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtî Ecer: Li Girtîgeha Espiyeyê pêkanînên dijmirovî hene
Girtî Abdullah Ecer bi rêya xizmên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Espiyeyê ragihandin û got: “Li girtîgehê pêkanînên dijmirovî hene.” -
Doza Kobanê: Kurd hedef tên girtin, DAÎŞ tê parastin
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn, diyar kirin ku di mutalaaya ku Kurd tên darizandin de, DAÎŞ tê parastin. -
Sancar: Armanca Doza Kobanê, tasfiyekirina siyaseta demokratîk e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê wiha got: “Armanca Doza Kobanê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike û hovîtiya DAÎŞ’ê bide jibîrkirin.”