‘Divê hemû raporên CPT’yê eşkere bibin’
Saziyên civakî yên sivîl û hiqûqzanan ku bi boneya Roja Piştevaniya Bi Yên Êşkenceyê Dibînin Re daxuyanî da, daxwaza bidawîbûna êşkenceya li welêt û eşkerebûna hemû raporên CPT’yê kir.
Saziyên civakî yên sivîl û hiqûqzanan ku bi boneya Roja Piştevaniya Bi Yên Êşkenceyê Dibînin Re daxuyanî da, daxwaza bidawîbûna êşkenceya li welêt û eşkerebûna hemû raporên CPT’yê kir.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD), Şaxên Komeleya Hiqûqzanên Hevdem (ÇHD) ên Îzmîrê, Komeleya Înîsiyatîfa Heq, Komeleya Pira Biraxwehiyê, Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê, Komeleya Dostanî û Piştevaniyê ya Îmeceyê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, Platforma Şaxên Îzmîrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), bi boneya Roja Piştevaniya Bi Yên Êşkenceyê Dibînin Re, li Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê.
Gava daxuyaniyê, pankartê li ser “Mirovahî li rûmeta xwe dibe xwedî, em ji êşkenceyê re dibêjin na” nivîsandî, hat vekirin û dirûşmeyên “Xwe ker neke, biqîre, na ji êşkenceyê re”, “Êşkence sûcekê li dijî mirovahiyê ye” û “Mirovahî, wê bi rûmeta xwe êşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkûn Ustercî ku daxuyaniya hevpar a li ser navê saziyan xwend, got: “Divê dewlet êşkenceyê wek navgîneke tepisandinê bi kar neyne, bi awayekê bandorbar li sûcên êşkenceyê bipirse û li dijî necezakirinê têbikoşe.”
Ustercî destnîşan kir ku Tirkiyeyê peymanên li dijî êşkenceyê îmze kirine lê li gor wan tevnagere û welêt bi temamî bûye cihê êşkenceyê. Ustercî her wiha da zanîn ku tu sal bi qasê sala 2022’yan ewqas kesên êşkence bûne û malbatên wan, serî li TÎHV’ê nedaye.
Üstercî, tiştên divê ku li dijî êşkenceyê bên kirin, wiha rêz bi rêz kirin:
“* Divê tu rayedar pesnê êşkenceyê û êşkencekaran nede û tevger li gor pêşniyazên mekanîzmayên navneteweyî be û êşkence li ber çavên alemê bê şermezarkirin.
*Divê dawî li polîtîkayên necezakirinê vê anîn.
* Divê şertên rewşa destgîrbûnê bêyî kêmasî bi cih bên anîn.
* Divê qewilê destgîrbûyînê bê kinkirin.
* Divê girtîgeh ji venihêrîna bêyî alî ya rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê re bên vekirin.
*Divê hemû raporên CPT’yê bên eşkerekirin û bi hemû pêşniyazan bê kirin.”