Doza Kobanê: Kurd hedef tên girtin, DAÎŞ tê parastin
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn, diyar kirin ku di mutalaaya ku Kurd tên darizandin de, DAÎŞ tê parastin.
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn, diyar kirin ku di mutalaaya ku Kurd tên darizandin de, DAÎŞ tê parastin.
Rûniştina 26'emîn a Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dozê bi rê ve dibe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û parêzerên dozê tev li rûniştinê bûn.
Hin siyasetmedarên girtî li ewyana dadgehê amade bûn û hin siyasetmedar jî ji girtîgehên lê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.
Piştî tespîta nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin, rûniştinê dest pê kir. Dozger daxwazên parêzer û siyasetmedaran ên ji bo dema zêde ya parastinê red kir û xwest biryara qebûla mazeretên din bê dayîn. Paşê siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser naveroka doza jê tên darizandin. Ata li dijî mutalaya dozger daxwaza mutalaya zêde kir.
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel axivî û qurbaniyên Hotêla Madimakê bi bîr anî.
‘HER KES BI ROLA ABDULLAH OCALAN DIZANE’
Tuncel bertek nîşanî girtina rojnamevan Merdan Yanardag da û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2011’an ve bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Bibîrxistina vê ji hikûmetê re hinceta girtinê ye. Ma gelo em qala tecrîdê ji we re nekin? Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dema ku bi kêrî wan tê dixwaizn birêz Abdullah Ocalan bikin amûr. Halbûkî Erdogan jî di nav de her kes rola Abdullah Ocalan dizane. Çima ew mase hilweşandin? Ji ber têkiliyên xwe yên bi El Qaîde û DAÎŞ’ê re pêvajo bi dawî kirin. Heta ku ev tişt neyên axaftin li vî welatî demokrasî û edalet pêk nayê. Ji ber ku edalet tune hûn vê doza komployê dimeşînin. Dîrok wê Dosyeya Kobanê bidarizîne. Dîrok kesên li berxwe didin dinivîsine.”
Paşê jî Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî û li ber mutalaya dozger rabû.
YUKSEKDAG: DESTHILATÊ RAYEYA BÊSÎNOR A SÛCKIRINÊ DAYE WE
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku şandeya dadgehê dixwaze di demek kin de ceza bide wan û ser dozê bigire û ji ber vê desthilatê rayeya bêsînor a sûckirinê daye dadger û dozger lewma jî dibin şirîkên sûc.
Dû re jî parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî axivî û xwest mutalaya hatiye amadekirin paşve were vegerandin.
Piştî beyanên siyasetmedaran şandeya dadgehê navberek da danişînê.
Piştî navberê, rûniştin bi beyanên siyasetmedarên giştî yên ji bo mutalaayê û ewraqên daxilî nava dosyeyê hatine kirin domand. Siyasetmedar ji li hemberî mutalaaya 5367 rûpelî parastinê bikin doza wext kirin.
Di rûniştinê de ji siyasetmedarên girtî Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Alp Altinors bertek nîşanî mutlaayê da û got: "Li gor vê mutalaayê DAÎŞ ne rêxistineke terorê ye. Di rûpela 79'an de navê rêxistinên terorê yên îslamî hatiye rêzkirin, lê navê DAÎŞ tê de tune ye. Ev mutalaa, mutalaaya beraetkirina DAÎŞ'ê ye. NY'yê bi xwe jî tiştên li Şengalê wekî qirkirinê bi nav dike. Lê di vir de bi hevokekê jî li ser vê qirkirinê nehatiye sekinandin."
Piştî beyanên parêzeran û siyasetmedarên girtî, heyeta dadgehê heya sibê navber da rûniştinê.