ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek bang li Wezareta Edaletê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.

- Hediye Demîr diyar kir ku berdana hevserê wê Asim Demîr ê 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hatiye taloqkirin û xwest, girtiyên ku cezayê wan qediya ye bêne berdan.

- Li Tirkiyeyê xebatkarên firoşgeh û rêze marketan di nava şert û mercên giran û ne ewle de bi mûçeyekî kêm têne xebitandin. Ji Magaza-Market-Senê Nebîl Sarikaya bang li karkeran kir ku tevlî sendîkayê bibin.

- Înşaeta li Newala Qesaba tevî nerazîbûna xelkê Sêrtê û rêxistinên civakî yên sivîl li ber qedandinê ye.